Diyarname
Carinan dilxwazên HDP'ê berî YSK weşandina agahiyan serbest bihêle agahiyan belav dikin û ev yek jî dibe sedema betalkirina dengên li wê sindoqê. Li ser vê yekê HDP'ê daxuyaniyek weşand û xwest ku kes agihiyan belav neke.
Rêxistina HDP'ya Wanê daxuyanî da û got: "Gelê me yê birûmet, heta qedexeyên belavkirina encamê rabin li nav tora civakî tu parvekirinan nekin. Nexwe ev yek dibe sedema betalkirina dengan. Em dibêjin bila gelê me di vî warî de baldar be û em rica dikin agahiyan parve nekin."
**
Nûçeyên eleqedar:
- DBP: Îşev tu pîrozbahî nîn e, xwedî li sindoqan derên