logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Agirê ku bi mala me ketiye

  • Dîrok: 15/11/2008

 

Demeke dirêj e ku ez tev li civatên wêjeyî nebibûm. Min bêriya civatan kiribû. Van deh rojên derbasbûyî derfet çêbû ku ez du şemiyan tev li du civatan bibim. Du civatên berevajî hev. Ez ji ya yekem derketim û “rih bi min ve hat”ibû . Civateke ji zêdeyî du sed kesî li Bonnê, di 2.11.2008’an de kom bûbûn û di bin navê Mîhrîcana Helbesta Kurdî* de, geh bi kulmên mezin, geh jî bi kulmên biçûk her kesî ji hêla xwe de dixwest şitla kurmanciya kesk av bide. Hinek bilind firiyan û hinek nizim, lê hemûyan bi hev re dikaribûn mirov bêyî li hatina xwe poşman bibe, ji wir vegere. Berevajî wê civata din, ku di 8.11.2008’an de li Frankfurtê bû. Civata belavkirina xelatên “Pêşbaziya Helbest û Çîrokan ya Huseyîn Çelebî”** bû. Destpêkê, divê bê gotin ku aliyên vê pêşbaziyê yên erênî jî hene ku ji pazdeh salan ve ye ev pêşbazî bi kedeke mezin a çend xwendekaran, salê carekê, çêdibe. Ji lez û bez û mijûlbûna herdem ya amadekarên vê civatê xuyabû bê çiqasî zehmet e, ku ji bo çalakiyeke wêjeyî, yan jî gereke ku wêjeyî be, mirov bi sedên kurdan bîne cem hev. Ji dûr ve gava mirov li mijarê dinêre hem ciwanî û xortaniya van xwendekarên hêja, hem jî dana kedeke mezin di riya wêjeya kurdî de kêfa mirov tîne. Lê ji nêzîk ve dema mirov rewşa zimanê kurdî di vê civatê de dibîne, mirov ji bêhêvîbûnê ji hawhaw dikeve. Bê guman ev bêhêvîbûn xwe dispêre çavkaniyeke mezintir ku ew civaka kurd a li Ewropayê ye û bi taybetî civaka kurdên bBakur.
Ez ê sê mînakên biçûk rêz bikim:
- Yekem hevoka xortê ku hatibû min bibe cihê civatê, di telefonê de, ew bû ku bi kurdî nizane û li zimanekî din digeriya da ku em ji hev fêm bikin.
- Yekem hevoka xortê ez vegerandim rawestgeha trêna vegerê ew bû ku ew bi kurdî nizane û tenê bi tirkî û almanî dizane.
- Li ser standa pirtûkan, min li buhayê pirtûkeke bi kurdî pirsî. Ya pirtûkfiroş nizanîbû “Ev bi çiqasî ye” tê çi wateyê.
Ew cara sisêyan bû ku zimanê almanî tê bi hawara min ve.
Dema min li rewşa van xort û keçan û bi dehên xwendekarên mîna wan dinêrî ku digotin ew li Almanyayê ji dayik bûne yan jî  di zarotiya xwe de hatine Almanyayê, lê yek hevokê bi kurdî nizanin saz bikin. Wisa jî hemû bi tirkî baş dizanin. Min bi xwe nikaribû ez wan tenê sûcdar bibînim. Ji wan bêhtir bala min diçû ser rewşa dê û bavên wan. Ev çi hêz e dihêle diyeke kurd ne li Tirkiyê û ne li Kurdistanê, li Almanyayê bi zarokên xwe re bi tirkî biaxive?
Ew zarok îro di Zanîngehên Almanyayê de bûne xwendekar û li kêleka almanî tenê bi tirkî jiyana xwe derbas dikin. Ji bo ez neheqiyê li çend xwendekarên ku baş bi zimanê dayika xwe dizanibûn nekim û hejmara wan ji hejmara tiliyên destekî kêmtir bû, ez dikarim bi rehetî bibêjim ku piraniya civata xwendekarên roja belavkirina xelatên pêşbaziyê ji van xwendekaran pêk dihat ku ne haya wan ji wêjeya kurdî heye û ne jî berhemên nivîskarekî kurd xwendine û ne jî haya wan ji helbest û çîrok û romana kurdî heye.
Min, bi hestin tevlihev, li wan xwendekarên ciwan ên kurd dinêrî bê çawa dixwazin taybetiya xwe biparêzin û wekî xortin dilsoz tevbigerin, lê herdem bi zimanê biyanî.
Çavekî min bi dilgermî li ser wan tevger û hewildanên wan bû, çavê min ê din li ser mala kurd li Ewropayê bû.
Agirê ku ew mal daye ber xwe, zarokên wê malê çawa bê rih û bê rû kiriye.
Ew her du civatên ku di bin siya wêjeya kurdî de li her du bajarên Almanyayê çêbûn, du dîmenên  cuda bûn ji rewşa civaka kurd a li derbideriyê ku carna mirov dilxweş dike, carna jî dihêle mirov li ber neynika rastiyê xwe melûl û şikestî  bibîne.
 Li ku derê zimanê kurdî li ser lingan be, mirov jî pê re bejinbilind û geş dibe. Li ku derê zimanê kurdî şikestî û heliyayî be, dil jî dişke û  serê xwe dixîne bin lihêfa tenêtî û xerîbiyê.

helimyusiv@hotmail.com

***
 
* Festîvala Helbesta Kurdi li dar ket
** Xelatên Huseyîn Çelebî hatin belavkirin

 

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Wêneyek û şîroveyek: Li Kobanî bavek û sê zarok

  • 17 Kewçêr 2014

Hebû nebû, keçikên min, welatek hebû. Gava Xwedê dinya çêkir, ew welat di devê guran de ji bîr kir. Ji ber vê, divabû her sibe dê û bav li...

Miço Kendeş, dengekî resen yê stranbêjiya kurdî

  • 15 Rezber 2008

 Naskirina min bi Miço kendeş û dengê wî re vedigere dawiya salên heştêyî û destpêka nodî. Ji ber tunebûna zanîngehan li herêmên kurdan...

Nifşê bêjî - 4: Qeyikên romana kurmancî di nav pelên siyasetê de

  • 24 Gulan 2010

Romannivîsên ku di qonaxa 1990 – 2000 de derketinEz dixwazim di destpêkê de, li Bakur û Rojava, dîmenekî giştî ji rewşa siyasî re, ragihînim. Ew...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Karsaz Halis Toprak wefat kir

ad

Rojnameya Rojevê dest bi weşanê kir

ad

Proje dê bandorê li Keleha Ribatê û çivîkên wê derê bike

ad

'U14' yê Amed Sporê bû şampiyon

ad

Dîmenên ji Pirtûkxaneya Mehmed Uzun

ad

Xwendekarên Amedê ji bo Rojava konserê li dar dixin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname