logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

'Kongreya Neteweyî' nabe, ‘Arşîva Neteweyî’ ava bikin

  • Dîrok: 13/07/2020
Arşîv bîra netewan e. Gavên miletên bêarşîv herdem li pişt miletên bi arşîv in. Kurdan karîn bi sedsalan bi awayekî devkî serpêhatî, bûyerên dîrokî û hunerê radestî nifşên piştî xwe bikin. Lê di radestkirina devkî de hem gelek agahdarî winda dibin û hem jî tehrîbat dikeve wan.
Di meseleya parastina kelûpelên dîrokî de ji xwe halê me drama ye. Heta niha li welêt ji bilî muzexaneyên bi şerbikan mişt, min tu muzexane nedîtine. Em hê jî nizanin pêşiyên me cil û bergên çawa werdigirtin. Amûrên wan ên pê xwarin dixwarin çi bûn. Lîste dikare were dirêjkirin lê ez derbasî meselê bibim...
Di meseleya arşîvkirinê de mînakên wekî pirtûkxaneya dîjîtal a Enstîtûya Parîsê, xebatên wekî yên malpera Arsivakurd mirov bi hêvî dikin. Lê belê pêwistiya bi vê yekê ya giştî gelekî ji mînakên pozîtîf ên heyî derbas dibe.
Em hemfikir in ku şert û zirûfên kurdan ên siyasî rê nedane ku di her waran de arşîvên bi rêk û pêk werin. Lê divê were gotin ku siyaseta kurdan jî ev warê jiyanî herdem piştguh kiriye. 
Heke were bîra we, di 18’ê êlûna/rezbera 1996’an de polîsên Belçîkayê li Denderleeuwê li dijî Med TV operasyonek li dar xistin. Dest danîn ser hemû arşîva wê. Tişta ji wir û pê de qewimî diviyabû êdî nêrîna hemû kurdan a li ser girîngiya arşîvê biguherta; Di arşîva tv’yê de kasêt nemabûn. Bi rêya reklamên rojnameyan û bi devkî ji temaşavanan dihate xwestin ku kasetên xwe yên vîdeoyê yên ku bernameyên Med TV tomar kirine ji navende tv’yê re rêbikin. 
Pirtûkeke lêkolînî ya nivîskar Fîraz Baran a bi navê “Hunerkom Akademî Mîr: 1978-2006” heye. Xebateke lêkolînî ya ser xwe re ye. Berî niha ew pirtûk ji min re lazim bû. Ji ber min li tu deran peyda nekir, min piştre rasterast pirtûk ji Firaz Baran xwest. Lê li cem wî jî nebû! Ji ber dema salên derbasbûyî polîsên Almanyayê operasyon li dijî Mîr Muzîk û Weşanên Mezopotamyayê pêk anîbûn, dest danîbûn ser wê pirtûka ku nû çap bûbû û hê jî di depoyê de bû.
Berî demekî hunermend Xemgîn Bîrhat li ser hesabekî xwe yê medyaya civakî parvekirinek kiribû. Ji şopînerên xwe dixwest heke kaset û CD’yên wî yên berê bi wan re hebin, ji wî re rêbikin...
We rast bivê, nimûneyên min li banî nivîstine, ji bo min bi xwe drama ne. Dramaya em wekî netew tê de ne baş nîşan didin. 
Wekî encam dixwazim vê bibêjim: Dizanim ku kurd bi xewna “Kongreya Netewî” radibin û rûdinin. Ev xewn wê zû bi zû pêk neyê. Lê belê heke kurd bi siyaseta xwe re hinekî motîvasyona ji bo “Kongreya Neteweyî” xerc dikin, ji bo avakirina “Arşîvên Neteweyî” terxan bikin, wê arşîvên baş ên rabirdûya me bi dahatuya me ve girê bidin pêk werin. Ji bo vê yekê pêwistî bi yekîtiya partiyan nîn e. 
Heke hemû partî rê vekin ku hem saziyên nêzîk û hem jî yên girêdayî wan li hev bicivin, rê û rêbazên avakirina “Arşîva Neteweyî” biaxivin, wê bibe gaveke gelekî mezin. Aliyê teknîkî û aborî, gavên piştî rêvekirin û diyaloga di navbera saziyan de ye. Dibe ji bo hinekan aliyê zehmet gavên teknîkî û aborî bin lê ji bo min gava herî zehmet diyaloga di navbera saziyan de ye. Ev yek jî barê partiyên siyasî ye.
Hin Nivîsen Nivîskar

Ji îro pêde dawiya 'Biratiya Olî' hat

  • 28 Pûşper 2015

Gotina "biratiya olî" dereweke heta niha kurd pê dixapiyan bû. Xwexapandina bi "biratiya tecawizkar û mexdûr, serjêker û mezlûm" qediya. Kurd dema...

Haydar xoce

  • 20 Berfanbar 2021

Di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de bi hîndekarê xwe yê zanîngehê Stefan Gaitanitis re ji bo hospîtasyonê çûbûm bajarê Munchenê....

Li vê derê kurdî rê li ber reva ji dibistanê digire!

  • 11 Rêbendan 2009

 Vê hefteyê ji bo lêkolînekî ez hem di nava arşîva xwe ya pirtûkan de û hem jî di înternetê de li hinek çavkaniyên di der barê perwerdeya...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xwedê ji Wezîr razî be

ad

Ji bo Oscarê texmîn hatin

ad

Hakêmê Kûpay Cîhanî eşkere bî

ad

Ji 38 dixtoran 2 li Şirnexê man

ad

Navê zarokê xwe "Hirç" danî

ad

NÛ: Tahir Elçi hat berdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname