logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

'Dinya tiroviro bûye'

  • Dîrok: 02/09/2016
Cîranekî min ê pîr heye. Bi gopalê dimeşe. Navê wî Xelîl e, ez jêre dibêjim Xalê Xelîl. Wextekî gelekî dirêj e ew ji aliyê Nisêbînê hatiye û li bajarê ez lê dijîm bi cih bûye. Gelekî kêfa min ji dîwana wî û kêfa wî ji dîwana min re tê.
Piştî zarokên wî gihan, ji malê derketin. Di ser de hevjîna wî jî najî û ew bi tenê jiyana xwe didomîne. Pêwendiyên wî yên civakî jî di asta neyî de ne. Her roj çend caran tê rawestgeha nêzîkî mala me, li wir ji xwe re li ser kursî rûdine, bi bêdengî hewayeke paqij distîne û dû re jî diçe mal.
Ne dizane bixwîne û ne jî binivîse. Ew qas sal in li vir e lê almanî fêr nebûye. Li taxê kesekî wî nasneke tune ye. Dema li ser kursiyê rawestgehê rûdine ji hûr û giran ve silavê didinê. Digel nezanîna zimên jî, dizane li taxê çi diqewime û rewşa kîjan malbatê çawa ye. Bi xêra wî carnan haya min jî ji rûdan û ecêbiyên li taxê pêk tên çêdibe. 
Gelekî kêfa wî tê dema serpêhatiyên xwe yên li gund ên dema şivaniyê, meseleyên erdan ên wê demê ji min re dibêje. Têkiliya di navbera wî û welêt de televîzyonên kurdî ne. Ji xwe dema pirsgirêkek di televîzyona wî de çêdibe, di heman saetê de hawara xwe digihîne min û ez diçim jê re çêdikim. 
Li welêt qet mirovên wî nemane. Bes gelekî meraqa bûyerên li welêt dike. Bûye adet jê re. Destpêkê pirs dike ka mirovên min ên li welêt çawa ne. Dû re jî behsa bûyerên li welêt yên ku di televîzyonê de dîtine dike. Herî dawî jî pirs dike ka wê mesele ber bi ku ve herin.
Atmosfera siyasî ya welêt niha zêde germ e. Bajar hatin rûxandin. Rojane li dijî qereqolan çalakî têne pêkanîn. Dengvedana hewla derbeya leşkerî hê jî didome. Minbic rizgar bû û Kobanî û Efrîn nêzîktirî hev bûn. Mesûd Barzanî hat Tirkiyeyê. Tirkiye kete Cerablûsê. Evdilhekîm Beşar ketina Tirkiyeyê ya di nava axa Sûrî de pîroz kir. Zêdeyî 500 rojan e ku haya kesekî ji Abdullah Ocalan tune ye. Parlamenter û şaredarên HDP'ê li şûna dîplomasiyê, serî li rêbaza girtiyan didin û dê bikevin greva birçîbûne. Ewropî di tirsa xwe ya ku Erdogan dîsa penaberan bi ser wan de rêkin de ne. Şandeke PDK‘ê ji bo hevdîtinan derbarê serxwebûnê de bike çû Bexdayê. YNK bû du qet. Newşîrwan Mistefa ku ji YNK'ê veqetiya û tevgera Goran damezirand, niha bûye navbeynkarê giregirên YNK'ê. Îran ji bo her du qetan dîsa bike yek şandek rêkir Silêmaniyê. Polîsên alman nehişt kurd stadyûma bajarê Kolnê ji bo festîvalê kirê bikin. Ji ber vê yekê kurd  festîvalê li cihê mîtînga AKP‘ê ya berî mehekî li dijî derbê çêkiribû bi xwe çêdikin.
Ev babetên min li jor behsê kirin rojeva dîwana min û cîranê min in jî. 
Wê rojê dîsa ev mesele vebûn. Em ketin nav. Wekî li banî hatiye rêzkirin, me xwe ji vê meselê avêt wê meselê. Min ferq kir ku hişê wî çûye dereke din. Ez jî rawestiyam. Hêdîka ber xwe de got, “dinya tiroviro bûye“ û mesele birî.
Bi rastî jî wekî cîranê min gotî dinya tiroviro bûye. Kurdistan bûye maka rojevên mezin ku êdî serê mirov diêşe û dixwaze hinekî xwe ji rojevê dûr bike. Lê mixabin mirov çi jî dike jê dûr nabe. 

Hin Nivîsen Nivîskar

Kurdên Almanyayê jî dê li meclisa tirk bên temsîlkirin

  • 08 Avrêl 2015

Bi beyankirina lîsteyên namzedên partiyan ên hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê re dawî li gotegot û spekûlasyonanên...

Tingetinga tembûra wî bû!

  • 21 Kewçêr 2016

Çîrokeke wiha tesawir bikin; Me hay ji bayê felekê nîn e lê ji nişke ve agir bi dilê me dikeve. Çiqas ew serpêhatî tê bîra me, careke din hinavê me...

ALMANYAYA FEDERAL Û XWESERIYA DEMOKRATÎK

  • 01 Tebax 2011

Emê çav li birêveberiya dewleta Komara Almanyaya Federal bigerînin û di wê çarçoveyê de binêrin ka gelo kurd çiqasî dikarên vê modelê...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

5 Pirtûkên ku Bill Gatesî ji bo xwendinê pêşniyar kirine

ad

Arjantînê silav bo Îngilistanê şand

ad

Li Hewlêrê pêşengeha 'pûlên posteyan'

ad

2023: Lîsteya kovarên bi kurdî ên îsal derketine

ad

Bernameya Festîvala Batman Heskifê eşkere bû

ad

Rewşa Misirc û Xerzan di dema koronayê de

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname