logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

H. Kovan Baqî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî

…dayikekê didirû ji dengê min re

  • Dîrok: 12/12/2025

Ji bo guhdarîkirinê:
 

 

li zemanê mala bavê
keçek xwe dide ber derzîya makînê
û dayikekê didirû ji dengê min re…

Li zemanê dengê min ne tazî, bajaran xwe dane ber siya dîwaran. Bajar dişibin qursikên li bin makîneya cildirû ya ji xêndî min û xwehên min tu kes jê re nabêje, Yadê.
Xwedê jî zane, Siltana ez jê re dibêjim, Yadê, ji hemû Siltanên xwediyên dinyayê wêrektir e, wekî çirûskên roja êşiyayî ya bi şox û şengiya xwe ji pişt çiyayê mezin ê  sînga min hiltê.
Loma bêhna şerbetê ji zarokên Siltanên dinyayê tê
yê min tenê ez bêhna şîrê Siltanê didim dinyayê.

Dinya şaş bizîvire
Fediya mezin wekî qisûrekê di çavê ezmên de nemir bibe
çi ji Siltanê re
şixulê Siltanê pir e – bi gêrikên hewşa xwe re dipeyive.

Nivîskarên wasat, bo ji edebiyatvanê xurt hez nekin
çiqas bonkêrên sedeman bin jî
çi ji Siltanê re
Siltanê ne bonkêra zemên e rabe kêlîkên xwe yên hêja bi wasatbûna wan re xerc bike. Bi qasî zarokên sikakên zemên meşxûl e – fikrên qert li ser agirê kuçikê xwe dibirêje.
Di çardaxa vê epîgrafê de, ez jî kuçikekî li tenişta kuçikê Siltanê çêdikim, qelemê diçelpînim, agir lingên xwe di koşka kuçik de radide, sola êgir ji bin lihêfa dinyayê derdikeve û bi qirçeqirç dendikên vala çerez dike. 
Dibêjim di guhê êgir de: “Fikrên bê kakil zêde çerez neke, bo rengê te dengê xwe winda neke
Rûpelê êgir dibe valabûneke zer.
Xalekê dikim çav ji kuçik re. Çaydênk didim ser. Du xalên li ser hev datînim ber – hevokeke din li rûpel zêde dikim, agir dibe aramiyeke gur.
 
seba nikarim helbestan binivîsim
mejiyê entelîjensiya wasat di çaydênk de dikelînim.

Siltanê ji ber kuçik radibe, di zemanê dayiktiyê de li kurê xwe digere û gazî zinarên li pişta Dêrikê dike:  
 “Looo çiyano, ma we nedî Kovanê min çû kîjan zemanî?”
Ji zemanê vê nivîsê bangî dêya xwe dikim:
 “Va ez têm yadê – bêhna te û yara min jî wê bi min re bê. Em ê rûnên li miqabilî hewşê, li ber paceya odeya te, ya dara zeytûnê bûye kilê çavê wê. 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ez û Fûara Kitêban a Amedê

  • 17 Berfanbar 2024

Ji bo guhdarîkirinê:       Ez welatekî bêpaytext Amed paytexteke bêwelat Duşem – Min çenteyê dilê xwe tijî germahiya welatê sar kiriye û wekî qaçaxekî bêpasaport li deriyê dilê Amedê...

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • 26 Sermawez 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Serê min zîz dibe li ser sînga te, wekî teşîya çanda pîrika me. Ba kenê xwe bi ser çavê min werkir, ez bêhtir gêj bûm. Destê Ba bi teyşa xewê hilkişiya ser bejna dîwêr,...

Nivîskar lekeyek e li ser berga kitêbê

  • 16 Gulan 2024

Çarşem- Porrê avê tune ye, birêz Strauss. Seba av di nava min de nefetise, destê xwe dikim por ji destê avê re. Av ji nava min derdikeve, ji destê min dirije ser rûyê tîbûna ax’ê, porê axê dibe şînbûna...

Hemû Nivîsen H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî kî ye?

H. Kovan Baqî di sala 1972’yan de li Herêmya ya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Herêmya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Baqî ji sala 2004'an ve li Îzmîrê dijî, ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike. 
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine:
- Çîroka Çîrokan / Çîrok / 2004 / Weşanên Bajar
- Bêexlaq / Çîrok / 2012/ Weşanên Na
- Heteroglossîa / Roman / 2014 / Weşanên Ronahî
- Aporîa / Roman / 2015 / Weşanên Na
- Dîfferance / Roman / 2016 / Weşanên Na
- Sî'bera Zeyno / Roman / 2017/ Weşanên J&J
- Kî / Roman / 2019/ Weşanên J&J
- Orok / Roman / 2020/ Weşanên Lîs
- Olmeyi Beceremeyen Hiç / Roman / 2018 / Weşanên J&J
- Torosa Spî / Çîrok/ 2024 / Weşanên J&J

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Zarok TV frekansa xwe diguherîne

ad

'Xwebûn'a nû bi PDF'ê bixwînin

ad

‘Çirûsk’a 4’an pekiya!

ad

Erd Agron: 'Jiyana ku em dibêjin, li ser wan hestiyan goşt digire'

ad

'Zemanekî Sêwas' bi vî rengî bû

ad

Enstîtuya Kurdî Girtina Dilbihar Şermezar Kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname