logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Ji bo 150 hezar mexdûrên şer banga lezgîn

Şaredar Kişanak qala rojane pêdiviya kurdên Şengal û Kobanî yên li Bakur bi cih bûne kir û daxwaza alîkariyê kir.

  • Dîrok: 30/10/2014
  • Beş: Nûçe

AMED

Hevseroka Yekîtiya Şaredarên Herêma Başûrêrohilatê Anatolyayê (GABB) û Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak civîneke çapemeniyê ligel hevşaredarên Amedê li dar xist û diyar kir ku ew ji ber hatina zivistanê bi berpirsyariyên mezin re rû bi rû mane û bang li saziyên navneteweyî kir ku alîkariya lezgîn bidin 150 hezar mexdûrên şer.

Hevseroka GABB’ê Gultan Kişanak tevî Hevşaredarê Amedê Firat Anli, hevşaredarên navçeyên Kayapinar, Sûr, Yenîşehîr û Baglar li Salona Resepsiyonê ya Sumerparka Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist. Kişanak bal kişand ser koçberiya piştî êrîşên DAIŞ’ê yên dest pê kirin û têkildarî xebatên xwe yên sê mehan agahî da.

Kişanak diyar kir ku şaredariyên GABB’yê tevî rêveberiyên herêmî, saziyên sivîl, KCD, HDP, DBP xebateke mînak a alîkarî û piştevaniyê meşandine û da zanîn ku ew di çarçoveya derfetên xwe de ji bo şengalî û rojavayiyan seferber bûne.

Kişanak diyar kir ku ji bo zêdetirî 30 hezar êzîdiyên ji ber herêma Şengalê ji ber komkujiyê reviyan li Şirnex, Qilaban, Silopî, Cizîr, Mêrdîn, Hezex, Nisêbîn, Qoser, Amed, Sêrt, Êlih û navçeyên wê herêmên jiyana hevpar ava kirine. Kişanak da zanîn ku hemû pêwîstiyên koçberan ji aliyê rêveberiyên herêmî, rêxistinên civaka sivîl û gelê herêmê ve hatine pêkanîn.

Kişanak ragihand ji bo zêdetirî 100 hezar kesên ku ji Kantona Kobanî ya Rojava neçar mane ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn, li herêmeke li ser sînorê Pirsûsê hatine bicihkirin û gelê li bajar, navçe û gundên li herêmê deriyên malên xwe ji bo penaberan vekirine. Kişanak wiha domand: “Yekîtiya me di nava xebatên alîkariyê yên ji bo penabaran de ên ji aliyê saziyan ve tên meşandin de cih girtiye, li hemû kampan yek bi yek geriyaye, pêdiviyên wan diyar kirine û agahî bi cihên eleqedar re parve kirine. Her wiha agahî der barê pêwîstiyan de bi saziyên neteweyî û navneteweyî re parve kirine."

PÊWÎSTIYÊN 103 HEZAR KOÇBERAN JI ALIYÊ HERÊMÊ VE TÊN PÊKANÎN

Kişanak destnîşan kir ku nêzî 150 hezar kobaniyî û şengalî koçberê bajarên herêmê bûne û got: “Ji van 7.506 kes li Amedê, 83.638 kes li Riha, 4.846 kes Mêrdîn, 2.405 kes Êlih, 996 kes li Sêrt, 4.371 kes li Şirnexê bi giştî 103.737 kes ji aliyê şaredariyê me û yekîtiya me ve li kampan û malên xizmên wan hatine bicihkirin. Ji van 19.813 kes şengalî û 83.924 kes jî rojavayî ne. 6.120 kes di kampên Pirsûs 1 û Pirsûs 2 yên AFAD’ê de û 2840 kes li kampa Midyad a AFAD’ê de hatine bicihkirin”.

EM BI DAHATEK KU DAHATA ME YA SALAN E DERBAS DIKE RE RÛ BI RÛ NE

Kişanak ragihand ku ji destpêka koçberiyan heta îro, di xebatên sê salan a şaredariyan de 36,4 trîlyon TL xerc kirine û 18 navendên komî yên jiyanî, 3.530 kom vedane, pêwîstiyên hewandin, xwarin û vexwarin, tendûristî, perwerde, desteka derûnî, ragihandin, gihîştin û paqijî hatine pêkanîn.

Kişanak ev agahî da: “Heta niha jî alîkariya ji bo kampên li şeş bajarên me hatine avakirin berdewam dike. Bûtçeya rojane ya sê danên xwarinê (103.737 kes x 8 TL/kes/roj=829.896,00 TL.)  ango trîlyonek e.”

BANGA ALÎKARIYA LEZGÎN Û TIŞTÊN DIVÊN

Kişanak diyar kir ku li bajarên herêmê rêveberiyên herêmî hewl didin ku vê dram û krîzê çareser bikin û da zanîn ku hikumet li hemberî van bûyeran bê deng maye û berpirsyariyê diavêje ser milê rêveberiyên herêmî. Kişanak bang li hemû saziyên navneteweyî û neteweyî kir ku alîkariyê bigihînin. Şaredar Kişanak pêwîstiyên penaberan wiha rêz kir: “Bi awayekî lezgîn pêwîstiya penaberan bi konteyner, konên zivistanê, branda, betanî, nivîn, derman, amûrên medîkal, wesayîtên servîsê, aşxaneyên seyar û amûrên aşxaneyan, serşoyên seyyar û tûwalet, amûrên perwerdeyê, hemû pêwîstiyên jin û zarokan, cil û bergên zivistanê, ava germ, amûrên astengdaran, trafo û gelek pêwîstiyên din hene. Em bang li hemû saziyên neteweyî û navneteweyî dikin ku ji bo jiholêrakirina mexdûriyet û trajediya sed û pêncî hezar penaberên li herêmê alîkarî bidin xebatên şaredariyên me yên li herêmê dimeşînin,”

MODELÊN DIKARIN BÊN PÊŞXISTIN

Kişanak piştî daxuyaniyê bersiv da pirsên rojnamegeran û got ku ev alîkariya tê dayîn ne tenê ji butçeya şaredariyê tê dayîn, alîkariya ji gel, esnaf, saziyên sivîl û rêxistinên sivîl jî li ser vê alîkariya ji bo penaberan tê zêdekirin. Kişanak ragihand ku ev mirov bi drameke mezin re rû bi rû ne û got ku şaredariyên wan nikarin vê trajediyê piştguh bikin.

Kişanak bersiv da pirsek der barê alîkariyên hikumetê de û got: “Barê beşeke mezin a penaberên ji Sûriyeyê tên li ser milê hikumetê ye. Tirkiye her carê dibêje ku alîkariya navneteweyî nagire. Pêdiviyên mîlyonek û nîv pêk bîne. Alîkarîdayîna 104 hezar penaberan ji bo hikumet û AFAD’ê ne  gelek zor e. Em nabêjin bila hikumet her tiştî bike, bila beşek a van pêwîstiyan pêk bîne. Divê em bi hev re modelên xebatê pêş bixin.”

ANLI: DIXWAZIN CIVAKÊ TÊXIN NAVA PSÎKOLOJIYA SALÊN 90’AN

Kişanak bersiv da pirsên der barê êrîşên çekdarî yên li dijî polîs û leşkeran û diyar kir ku ew ji bo van bûyeran xemgîn in û ji bo kesên jiyana xwe dane sersaxî xwest. Piştre Hevşaredarê Amedê Firat Anli axivî û got ku dixwazin gelê herêmê têxin nava psîkolojiya salên 1990’an û got ku divê her kes bi awayekî asayî jiyana xwe bidomîne û daxwaz û nerazîbûnên bi awayekî demokratîk nîşan bidin.


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Yewnanistanê çi diqewime?

ad

Li Batmanê ji bo Erdogan afîşên balkêş

ad

'Xebatên rojnamegerî terorîze dikin'

ad

BRICS dê cuda be

ad

Şivan Perwer: Navê te dê herdem li gel me bijî

ad

Salih Muslim: Emê beşdarî Cenevre-2 bibin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname