EDENE
Li Edeneyê xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu bi çekê ji aliyê kesên ne diyar ve ji aliyê stûyê xwe ve bi giranî hat birîndar kirin. Bagdu dema li taxa Şakîrpaşayê rojname belav dikir rastî êrîşê kesên ne diyar hat. Li ciyê bûyerê 6 bermanihiyên vala yên guleyan hatin dîtin. Bagdu dema rakirin nexweşxaneyê dilê wî sekinî lê piştî mudexeleyê dil dîsa xebitî û ew rakirin Nexweşxaneya Acibademê. Rewşa Bagdu giran e.


