Zana Farqînî
Di destpêka salên 90’î de piÅŸtî hilanîna qedexeya li ser zimanê kurdî (ne bi tevahî) di van deh pazdeh salên dawî de, di warê zimanê kurdî de hin gavên girîng hatin avêtin. Rojname, kovar, pirtûk, kaset û CD’yên kurdî hatin çapkirin ku hîn ev yek berdewam e. Bi kurtî mirov dikare bibêje ku pêÅŸketinek çêbû, çendî ku ev yek tam ne bi dilê me be jî. Çimkî asta ku dihat xwestin û rewÅŸa niha ne li gorî hev in. Her wiha, çi qas hejmara kurdînivîsan li gorî demên berê zêde bûbe jî, hejmara kurdîaxêvan ew çend kêmtir bûye. Ji bo îspata vê yekê jî çavdêriyeke berteng têr dike. Hema em li zimanê zarokên xwe binêrin em ê pê derxin ku rewÅŸ bi ku ve diçe. Zarok ayende û dahatûya me ne, lewma jî hewce ye ku em vî emanetê bav û kalan teslîmî wan bikin.
Me behsa zêdebûna hejmara kesên kurdînivîs kir, helbet li gorî demên berê. A zimanê van kurdînivîsan mijar û dabaÅŸa nivîsa min e. Ji van jî, tenê min qîma xwe bi nivîskarên malperên înternetê anî, ku ew malper bi kurdî weÅŸana xwe dikin. Her wiha ji bo ku ez karibim mebest û alaza xwe tam aÅŸkera bikim û ji bo ku ji armanca xwe averê nebim jî, ez li ser zimanê nivîskarên kurd ên ji Bakur sekinîm. Li aliyê din min bala xwe neda vekît (rastnivîs) û rêzikên rêzimanê yên wan nivîsaran. Eger me ew alî jî, ji bo vê nivîsê ji xwe re girîng bidîta, dê nivîsar gelek dirêj bikira. Ji lew re min bi taybetî bergeha xwe teng kir, da ku ez karibim a dilê xwe bi aÅŸkerahî û bi awayekî rasterê vebêjim.
Em kurdên ku ji dibistanên tirkî rabûne, di bin bandora zimanê tirkî de ne. Wisan li me hatiye ku em bêyî hemdê xwe bi tirkî difikirin û bi kurdî dinivîsin. Em hin qalib, terkîb, biwêj û riyên vegotinê yên zimanê tirkî li kurdî werdigerînin û di kurdî de bi kar tînin. Êdî hinek ji wan wekî bûbin helal malê zimanê kurdî, di zimanê me yê nivîskî de ji xwe re cih çêkirine. Tabî li vir mebesta min ne lidijderketina bikaranîna peyv û bêjeyên zimanê biyanî ye. Bi ya min, jixwe tu kes nikare biangêje (îdia bike) ku zimanê wî xwerû û sade ye. Îcar ku ev ziman bûbe zimanê nivîskî, bûbe zimanê perwerdehî û hîndekariyê. Ez bi xwe dijberiya wan kesan nakim ku çima di kurdî de peyvên biyanî bi kar tînin. Ji bo min a girîng ew e ku tehde li zimanê xwe nekin, bastûra (binyata) zimanê xwe têk nebin û ji pergala riya pêkhatina zimên dûr nekevin. Her wiha li peyvên zimanê xwe miqate bin, heta ji wan bê pûte û bayexê bi peyvên xwe bidin. Peyvên ku ji zimanên din ketine kurdî û dê bikevinê, divê mirov bi çavekî ilmî li wan binêre û bi helwesteke rast nêzikahî di wan bide. Jixwe yên ku bi qonaxa demên dûr û dirêj ketine zimanê me, ÅŸibiyane peyvên kurdî û bûne helal malê me. Zimanê kurdî êdî ew ji xwe re xwemalî kirine.
Min ji bo mijara nivîsa xwe serî li çend malperên kurdî da û ji çend nivîskarên wan malperan jî, her yekê ji wan çend hevok wek nimûne hildan nivîsa xwe. Ez ê bi dorê li ser wan hevokan û mantiqa wan a zimanê tirkî rawestim. Ez ê pê nemînim û heta ji min bê kurdiya wan hevokan wek mînak pêÅŸkêÅŸ bikim. Ez ê li gorî rêza alfabetîk a nivîskaran dest bi dayîna nimûneyan bikim.
Nivîskarê pêÅŸîn birêz Aydin Dere ye. Navê nivîsa wî “PiÅŸtî Mehmed Uzun rexneyên vekirî” ye, ku di malpera Amîdakurdê de hatiye weÅŸandin. Carekê peyva di sernavê de “vekirî” ne di cihê xwe de ye. Mebest jê “aÅŸkera” ye. Bi gotineke din, li ÅŸûna rengdêra “vekirî” diviya “aÅŸkera” bihata bikaranîn. PiÅŸtî vê daxuyaniyê ez vegerim ser mînakên ji vê nivîsarê. Mînaka me ya pêÅŸîn ev e ku di destpêka nivîsarê de ye:
“Pir zehmet e ku mirov di piÅŸt miriyan de biaxive.”
Di vê hevokê de, îtiraza me li awayê gotina “di piÅŸt miriyan de” ye. Eger mirov bi kurdî bifikire, gerek awayên wekî “paÅŸpenî miriyan”, “li pey miriyan”, “di pey miriyan de”, “li dû miriyan” û hwd. Hevoka nivîskar, yek bi yek wergera biwêja tirkî ye (ölünün arkasından). Em niha jî hevokên xwe yên alternatîf raber bikin:
“Pir zehmet e ku mirov paÅŸpenî miriyan biaxive.”
“Pir zehmet e ku mirov li pey miriyan biaxive.”
“Pir zehmet e ku mirov li dû miriyan biaxive.”
“Pir zehmet e ku mirov di pey miriyan de biaxive.”
Ji nivîsara birêz Dere hevoka duyemîn a ku me ew wek mînak hildaye, jî ev e:
“Li ser wê xaka ku lê xizanî, ÅŸer û pevçûn hukum dajo, derketina rewÅŸenbîr û hunermendên bihêz ne hêsan e.”
Bandora zimanê tirkî ya li ser vê hevokê bi awayekî berbiçav xuya û diyar e. Ez bawer nakim ku kurdekî bi tirkî nizanibe, karibe hevokeke wiha saz bike. Awayê gotina “Li ser wê xaka ku lê xizanî, ÅŸer û pevçûn hukum dajo...” tam wergera biwêja zimanê tirkî ya “hüküm sürmek” e. Heke mirov vê hevokê bi kurdî birame û bibêje, hewce bû mirov wiha bigota: “Li ser wê xaka ku lê xizanî, ÅŸer û pevçûn serdest e...” Dîsan di heman hevokê de peyva “derketin”ê bala me dikiÅŸîne ser xwe ku wiha hatiye bikaranîn: “...derketina rewÅŸenbîr û hunermendên bihêz ne hêsan e.” Ev awayê gotinê jî ji ber bandor û hîkariya zimanê tirkî ye (güçlü aydın ve sanatçıların çıkması kolay deÄŸildir). TiÅŸtê ku ez dizanim mirov bi kurdî dibêje, “rabûna rewÅŸenbîr û hunermendên bihêz ne hêsan e.” Em hevokê bi temamî bidin û wiha sererast bikin:
Li ser wê xaka ku lê xizanî, ÅŸer û pevçûn serdest e, rabûna rewÅŸenbîr û hunermendên bihêz ne hêsan e.
Nivîskara duyem jî birêz Hêvîdar Zana ye ku me çend hevok ji nivîsara wê ya bi sernavê “Em û organîzasyonên navnetewî” hildane. Ev nivîsar jî di malpera Avestakurdê de hatiye weÅŸandin. Hevoka pêÅŸîn a ji bo mînak ev e:
“Berî her tiÅŸtî divê ez bibêjim ku beÅŸdarkirina di organîzasyonên wiha mezin û navnetewî de jibo miletekî weke me ku pêwîstiya wî bi xwe danasînê heye, derfetên mezin in.”
Min divê ez serê pêÅŸîn ez nerazibûna xwe li dijî gotina “beÅŸdarkirina di organîzasyonên wiha mezin û navnetewî de” aÅŸkera bikim. Li cihê “beÅŸdarkirinê” bi ya me divê “beÅŸdarbûn” an jî “beÅŸdarîlêkirin”, “tevîbûn” an jî “tevlîbûn” bihatina tercîhkirin. Îtiraza min a din jî li vê parçeyê hevokê ye: “...jibo miletekî weke me ku pêwîstiya wî bi xwe danasînê heye.” Bi min bêhneke zêde ya fikirîna bi zimanê tirkî ji vê jêgiranê tê. Tirkiya vê biwêjê ango ya “pêwîstiya wî bi xwe danasînê heye” ev e: Kendini tanıtmaya ihtiyacı var.
BaÅŸ e, li ÅŸûna vî awayê gotinê, em alternatîfa xwe bibêjin.
“Berî her tiÅŸtî divê ez bibêjim ku beÅŸdarbûna di organîzasyonên wiha mezin û navneteweyî de, ji bo miletekî wekî me ku pêwîstiya wî pê heye xwe bide naskirin, derfeteke mezin e.”
Niha jî em hevoka dawî ji nivîsara birêz Zana Hêvîdar wek nimûne pêÅŸkêÅŸ bikin:
“Heger armanc ew be ku em bibêjin bela nas û dost me jî li sûkê bibînin, em hema ji serî de ji mala xwe dernekevin baÅŸtir e.”
Di vê mînakê de, biwêja ku em jê ne razî ne û biwêja tirkî ya “dostlar alışveriÅŸte görsün (diye)” bi bîra me dixe ev e: “... bela nas û dost me jî li sûkê bibînin...”
Bêyî ku em dirêj bikin, hema em yekser bergindên wê yên kurdî derpêÅŸ bikin:
“Bila em jî ji heval û hogirên xwe kêm nemînin.”
“Xwe di çavên dost û hevalan de xweÅŸ kirin”
“Xwe kirin çavên hevalan”
“Di çav (yekî) de kirin.”
PiÅŸtî dayîna van mînakan hema em yekê ji wan hildin û di nivîsê de li ÅŸûna biwêja dabaÅŸa mijara me, bi cih bikin û dêhna xwe bidinê bê ka bêhna tirkî ew ê dîsan jê were gelo?!
“Heger armanc ew be ku em bibêjin bila em jî ji heval û hogirên xwe kêm nemînin, em hema ji serî de ji mala xwe dernekevin baÅŸtir e.
Hê jî nivîskarên ku me jêgiran (îqtibasê) ji nivîsên wan kirine hene. Em niha jî serî li nivîsa birêz Mahmut Kilinc bidin ku bi navê “Divê Kurd Nebin Amrazê Åžerê Pîsîkolojîk” di Netkurdê de hatiye weÅŸandin. Hevoka pêÅŸîn a ji vê nivîsarê bila ev be.
“Dewlet vala nasekine, kîjan berpêçûnek sîyasî û îdeolojîk li kêrê bercewendîyên wê têye, ew wê bikar tîne.”
DabaÅŸa me ji vê hevoka nimûneyî li ser gotina “Dewlet vala nasekine” ye. Rasterast ji tirkî li kurdî hatiye wergerandin: “Dewlet boÅŸ durmuyor”. Li cihê vê biwêjê di kurdî de mirov rastî biwêjên “betal sekinîn” û “betal wetal sekinîn”ê tê. Ma mirov nikare bibêje ku “dewlet “betal nasekine.”
Em bên ser hevokeka duyemîn ku me ew ji bo xwe wek nimûne ji nivîsara birêz Kilinc hildaye:
“Ligel ew hemî derfetan dewlet, kes û grupên ku dê kanibin li ser civakê karîgerbin, an jî peyamên vana di armancê xwe da bi kar tîne.” Ji ber ku me di destpêkê de gotibû em ê bi tenê li ser biwêj û qalibên ku bêhna tirkî ji wan tên rawestin, lewma em eleqeya xwe ji rastnivîs û rêzikên gramerê yên nivîsan neynin. Di vê hevokê de, ya ku bala me dikiÅŸîne ser xwe gotina “di armancê xwe da bi kar tîne” ye. Dîsan tesîra neyînî ya zimanê tirkî tê bîra me. Ji bo vî awayê gotinê, mirov wiha dibêje: “... ji bo armancên xwe bi kar tîne.”
Hevoka dawî ya ji nivîsara rêzdar Mahmut Kilinc ev e:
“Tugluk di nivîsên xwe da sedema herê bingehî ya pirsgirêka Kurdistanê naxwaze bibîne, berpirsê pirsgirêkê ji çav direvîne, lê daxwaz li Kurda dike, bila ew empatî bikin û rewÅŸa Tirka fam bikin.”
Biwêja ku em li dij derdikevin û dibêjin ku ji zimanê tirkî tê jî gotina “berpirsê pirsgirêkê ji çav direvîne” ye. Kurdiya wê, bi me ev e: ji ber çav dan alî ye. Îcar ku em hevokê li gorî vê alternatîfê rast bikin. “berpirsê pirsgirêkê ji ber çav dide alî.”
Niha jî em li ser hevokên ku me ji nivîsara birêz Rojda Çelîker hildane, bisekinin û li gorî zanîna xwe rave bikin. “Psîkolojiya Yekîtiyê, Qralê Kurdistanê û Åžîretên Dawî” navê nivîsa wê ye û di malpera Nefelê de hatiye weÅŸandin. Hevoka nimûneyî ya ku em ê serê pêÅŸîn tê bifikirin eva hanê ye:
“Em tev dizanin û di jiyana xwe ya ferdî û siyasî de pê dihisin ko ‘pirsgirêka yekîtiyê’ bo me kurdan pirgirêkek kel (bi tirkî 'yakıcı', bi ingîlîzî 'hot') e ko paÅŸketin, di cîh de mayin an pêÅŸketina me tayin kiriye/dike.”
Di vê hevokê de, tebîra ku dêhna me dikiÅŸîne û dike em li serê ramanên xwe yên nerazîbûnê diyar bikin, ev e: ‘...pirsgirêka yekîtiyê’ bo me kurdan pirgirêkek kel (bi tirkî 'yakıcı', bi ingîlîzî 'hot') e...” Li vir awayê gotina “pirsgirêkek kel” dabaÅŸa nivîsara me ye ku gotina tirkî ya “yakıcı bir sorun”e. Ev qalib tiÅŸtê ku ez di zanim di zimanê me de tune ye. Li ÅŸûna peyva (kel”ê mirov dikare gotinên wekî “dilsoj”, diltezîn” û “dilÅŸewat” bi kar bîne.
“ji bo me kurdan pirgirêkeke dilsoj/dilÅŸewat e...”
Mînaka diduyan a ji heman nivîsarê jî em pêÅŸkêÅŸ bikin:
“Ew ê ji vî nivisê eÅŸkere bibe ko sebebê vê yekê ew trawma ye ko kurd tê de ne, ew ÅŸerm e ko kurd his dikin û ew tabû ne ko civata kurd li ser xwe ferz dike.”
Ji nav vê hevokê jî mijara rexneya me gotina “his kirin” e. Çendî peyva “his” ne bi tirkî û kurdî be jî, ku bi erebî ye ketiye her du zimanan. Lê awayên bikaranîna wê ya kurdî û tirkî ji hev cuda ne. Awayê “his kirin” hema rasterast “hissetmek”a tirkî tîne bîra min. Di cihê awayê gotina “his kirin”ê de bi kurdî awayên “pê hisîn”, “pê derxistin”, “tê derxistin”, “hest pê kirin” û hwd. hene. PiÅŸtî van daxuyaniyan em îcar dikarin a xwe derpêÅŸ bikin û li gorî zanîna xwe hevokê li gorî mantiqa zimanê kurdî sererast bikin:
“...ew ÅŸerm e ko kurd hest pê dikin...”
Mînakên dawî yên mijara nivîsa me ji nivîsara birêz Zekî Ozmen in ku ev nivîsar bi sernavê “Cejnên kurdên Almanyayê” di malpera Diyarnameyê de hatiye weÅŸandin. Em bi dorê li ser çend hevokên birêz Ozmen rawestin ku me ew ji nivîsara wî hildane. Nimûneya pêÅŸîn:
“Åžêweyê pîrozkirina cejnê girêdayî wê yekê ye ka kurd nêzîkî hev dijîn, ango girêdayî hejmara kurdan a di heman gund an bajaran de ye.”
Gotina ku em jê ne razî ne û rexne dikin, gotina “girêdayî” ye. Ji ber hîkarî û kartêkirina neyênî ya zimanê tirkî ya “baÄŸlı” ev yek bi awayekî pir û berbelav di zimanê me yê nivîskî de derdikeve ber me. Êdî wisan lê hatiye ku wekî awayê gotinê tam bi kurdî be, li me rûniÅŸtiye. Lê çi heyf ku ev rewÅŸ ji ber tesîra zimanê tirkî diqewime. Jixwe em dizanin ku di zimanê tirkî de jî ev peyv bi awayê mecazî tê bikaranîn. Ji lew re di kurdî de gelek bergindê vê tebîra tirkî hene. Me navê ku em hemûyan li vir bi rêz bikin. Em tenê qîma xwe bi dayîna berginda wê ya di vê hevokê de bînin.
Di vê hevokê de li du cihan bêjeya “girêdayî” heye, ji lew re em ê jî hevokê bikin du parçe û wisan hizir û ramanên xwe daxuyînin. PêÅŸîn em li ser “Åžêweyê pîrozkirina cejnê girêdayî wê yekê ye...” bisekinin. Ji dêla “girêdayî”ya di vir de em ê gotina “li gorî” bi kar bînin:
“Åžêweyê pîrozkirina cejnê li gorî wê yekê ye...”
Niha jî em der barê berdewama heman hevokê de fikra xwe aÅŸkera bikin.
“...ka kurd nêzîkî hev dijîn, ango girêdayî hejmara kurdan a di heman gund an bajaran de ye.” Ji bo peyva “girêdayî” ya di vê de jî em ê tebîra bi awayê “li ser” wek pêÅŸniyaz pêÅŸkêÅŸ bikin û di hevoka temam de bi kar bînin:
“Åžêweyê pîrozkirina cejnê li gorî wê yekê ye ka kurd nêzîkî hev dijîn, ango li ser hejmara kurdan a di heman gund an bajaran de ye.”
Hevoka diduyan ku me wek mînak ji heman nivîsarê girtiye, em derpêÅŸ bikin û li serê bifikirin. Hevok ev e:
“Li deverên ku kurd lê gelek dijîn de piçekî atmosfera cejnê diafire.”
Rexneya me li vir, li tebîra “atmosfera cejnê diafire” ye. Bêhna wergera ji tirkî jê tê. Li ÅŸûna vî awayê gotinê, hema em bêyî ku dirêj bikin, a xwe bidin.
“Li deverên ku kurd lê gelek dijîn piçekî atmosfera/rewÅŸa cejnê çêdibe.”
Em bi dayîna nimûneya dawî ya ji nivîsara birêz Zekî Ozmen dawî li vê mijarê bînin. Hevok jî eva hanê ye ku em ê li jêrê bidin.
“Pîrozbihiyên cejna Sersalê jî mal bi mal tê guhartin lê belê ÅŸêweya pîrozkirina zarok û ciwanan hemûyan mîna hev e.”
Awayê gotinê yê ku bi me xweÅŸ nayê û em li dij in gotina “mal bi mal tê guhartin” e. Gelo ev awayê gotinê, li kurdiya derbenexwarî tê? Bi ya me lê nayê, ev awa ji zimanê me re biyan e. Ji dêla wê ve ku mirov mînakên wekî “li gorî malan ji hev cihê ye”, “mal bi mal ji hev cuda ye” û hwd. bide baÅŸtir e.
Em hevokê li gorî ramana xwe sererast bikin û binivîsin.
“Pîrozbahiyên cejna Sersalê jî mal bi mal ji hev cuda ne, lê belê ÅŸêweya pîrozkirina zarok û ciwanan hemûyan mîna hev e.”
Min di serî de gotibû ku ez ê destê xwe nedim awayê vekît û rêzikên gramerê. Bi rastî ji ber ku gelek ÅŸaÅŸî ji vî aliyî de di nivîsaran de hene, eger mirov li ser wan jî bisekine û lê bixebite wan sererast bike dê gelek wext li wan here û nivîs dê ji mijara xwe ya hîmî averê bibe. Ji lew re me tenê qîma xwe pê anî ku em li ser qalib, biwêj û tabîrên ku bi ya me ji zimanê tirkî hatine girtin rawestin û li gorî zanîn û jêhatîbûna xwe balê bikiÅŸînin ser wan.
Encam:
Zêdebûna kurdînivîsan û malperên kurdî yên ku bi kurdî weÅŸana xwe dikin, diyardeyeke welê ye ku dilê me xweÅŸ û geÅŸ dikin. Lê belê li vir barekî giran hem dikeve ser milê nivîskaran hem jî redaksiyona malperan ku bi baldarî li ser zimanê nivîsaran rawestin, bi mantiqê zimanê kurdî di wan bifikirin û li gorî vekît, rêzikên rêzimanê û riyên vegotinê yên zimanê kurdî wan sererast bikin. Helbet ev yek ji bo hemû weÅŸanan wisan e û divê mirov dev jê bernede.
Em giÅŸt ên ku ji dibistanên tirkî rabûne, perwerde û hîndekariyên xwe bi zimanê tirkî kirine, bi awayekî neyînî têra xwe di bin bandora zimanê tirkî de ne. Awayê fikirîna me pirî caran di bin tesîra tirkî de dimîne, bi gotineke din wisan li me hatiye ku gelek kes pêÅŸî bi tirkî diramin û paÅŸê bi kurdî dinivîsin. Çendî ziman rast be, rîayetî rêzikan hatibe kirin û hevoksazî li gorî kurdî be û heta hemû peyv peyvên helal kurdî bin jî, têgihîÅŸtina ji zimên zor û dijwar dibe. Ancax kesên ku bi tirkî dizanibin dikarin ji wan fehm bikin û ji mijarê serwext bibin.
Em ne li dijî îstifadekirina ji hev a zimanan in, em li ber vê rewÅŸa kambax radibin ku mantiqa zimên têk dibe, rê li ber ÅŸikestina zimên vedike û dike ku zimanê nivîskî û yê devkî gelek ji hev dûr bikevin. Em pê dizanin ku gava zimanek bibe zimanê nivîskî bivê nevê cudahiyek di navbera zimanê devkî û yê nivîskî de çêdibe. Lê qesta me ji xerakirina qalib, tebîr, biwêj û riyên vegotinê yên ziman in. Em ji bîr nekin ku pergala pêkhatinê ya her zimanî heye û ev yek tiÅŸtekî hîmî û bingehî ye.
Bi çend gotinan ez nivîsa xwe bibim serî. Çawan nivîsandina bi kurdî girîng û tiÅŸtekî jêneger û her wiha di vê rewÅŸê de ji bo me helwest e, divê fikirîna bi kurdî û nivîsandina li gorî binyat, rê û rêzanên zimanê kurdî jî ew çend ji bo me girîng bin û hewce ye em hesasbûna xwe ya der barê vê mijarê de jî di her rewÅŸ û mercî de nîÅŸan bidin. Li ÅŸûna em kil bikin em kor nekin, an jî em neÅŸon ji heriyê û neavêjin ser kema diriyê.
* Ji hejmara Zivistan 2008 a ZEND’ê hatiye girtin.