KOBANÊ
Wezareta Perwerdehî wê bi alîkariya Wezareta Karûbarên Civakî û Rêxistina UNESCO hemû pêdiviyên dibistanên herêma Kobanê pêk bînin û mamosteyan jî amade bikin.
Hikumeta herêma Kobanê ji bo gotûbêjkirina rewşa perwerdehiyê civînek li dar xist. Civîna ku li navenda hikumetê a li bajarê Kobanê hate lidar xistin, serokê hikûmetê, wezîr û cîgirên wan amade bûn.
Di civînê de Serokê hikumetê Enwer Muslim ji bo karê pêşerojê hin pişniyar kirin. Li aliyekî din Wezîrê Parastinê Esmet Şêx Hesen bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî herêmê.
Paşê her wezîrekî kar û çalakiyên wezaretan yên dema borî nirxandin û projeyên wezaretan yên pêşerojê eşkere kirin.
Mijara sereke ya civînê projeya perwerdehiyê û vekirina dibistanan ya di 15'ê rezbera îsal de bû. Girêdayî vê mijarê Wezîrê Perwerdeyê diyar kir ku bi alîkariya Wezareta Karûbarên Civakî û Rêxistina Navneteweyî UNESCO'yê ew ê projeya peydakirina pêdiviyên dibistanan û amadekirina mamosteyan pêk bînin.
Piştre deriyê gotûbêjan hate vekirin. Her wezîrekî nêrîn û pêşniyarên xwe anî ziman û gihandin serokê hikûmetê.
Di dawiya civînê de Enwer Muslim bersiva pirs wezîr û cîgirên wan da û li pişniyarên guhdar kir.