HEWLÊR
Di êrîşên çeteyên DAIŞ ên li Mexmûrê de îro xebatkara medyaya kurdan rojnameger Denîz Firat jiyana xwe ji dest da. Deniz Firat ji cihê pevçûnên vê herêmê ji bo cîhanê agahî radigihand, di wê demê de parçeyên şarapnelê li bedena wê ketin û Firat jiyana xwe ji dest da.
Di encama êrîşên çeteyên DAIŞ ên li wargeha penaber a Mexmûrê de xebatkara medyaya kurdan û nûçegîhana ANF’ê ya li herêmê Denîz Firat ji ber parçeyên topa hewanê li bedena wê ketin jiyana xwe ji dest da.
Denîz Firat di şerên 3 rojan de ji bo rastiya şer û berxwedanê ragihîne di eniya pêş de cih digirt; nûçe ji bo Stêrk TV, Med NÛÇE, Ronahî û Ajansa Nûçeyan a Firatê radigihand.
ANF êrîşên li hember rojnamegeran bi zimanekî tund şermezar kir û got: "Di her şert û mercî de jî pêwîst e xebatkarên çapemeniyê bên parastin.”
ANF’ê got ku Denîz Firat yek ji çavkaniyên ku şer û pevçûnên li Mexmûrê radigihand bû û diyar kir wê girêdayî bîranîna rojnameger Denîz Firat bin, ewê ragihandina pêşveçûnên li herêmê bidomînin.