Batman
Şaredariya Batmanê bi armanca danasîna porjeya mezin a binesaziyê bi tevlêbûna Aram Dîkran û Rojda konserêke lidar bixe.
Şaredariya Batmanê ji bo danasîna projeya mezin a binesaziyê ku cara yekem li bajêr pêk tê, bi tevlêbûna hunermend Aram Dîkran ku li Tirikiyeyê ye, wê di 24'ê tîrmehê de, li Parka Kî ne Em konserê lidar bixe. Huremend Rojda jî wê tevlî konserê bibe.
Şaredarê Batmanê Huseyîn Kalkan li ser meseleyê wiha got: "Di destpêka xebata binesaziyê de ji ber karê me lez dixwest me vekirin pêk neanî. Bi vê vekirinê me xwest em xebatên xwe nîşanî gel bidin. Her wiha ev demek dirêj e Aramê Dîkran li Tirkiyeyê ye. Bi vê munasebetê me xwest Dîkran bi gelê Batmanê re bê cem hev. Armanca şaredariya me ew e ku em di her firsendê de ji bo gel bernameyan li dar bixin. Di rojên pêş de jî em dê bernameyên wiha lidar bixin."