Diyarname
Piştî ku HADEP hatibû girtin pênc salan cezaya siyasetê li Hamît Geylanî hatibû birîn. Geylanî wekî berendamê serbixwe ji Culemêrgê hat hilbijartin û çû meclisê. Piştî ku maweya qedexekirina siyasetê ya li ser Geylanî xelas bû Geylanî îro di 2'yemîn Kongreya Asayî ya DTP'ê de beşdarî DTP'ê bû.
Bi beşdariya Geylanî re hejmara Koma Meclisê ya DTP'ê derket 21'ê.


