logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Ji klasîkên dinyayê sê heb bi kurdî li benda we ne

Di vê dema ku serdema havînê dest pê kiriye de sê klasîkên ji dinyayê bi wergera kurdî li benda xwendevanên xwe ne: “Ser

  • Dîrok: 15/06/2014
  • Beş: Berhem

Diyarname

Di vê dema ku serdema havînê dest pê kiriye de sê klasîkên ji dinyayê bi wergera kurdî li benda xwendevanên xwe ne: “Serencama Mirinekê”, “Beriya Şewatê”ku ev her du yên Gabriel Garcia Marquez in, û ya din “Çîrokên Dubliniyan” ya James Joyce ye. Her sê pirtûk jî ji aliyê Ciwanmerd Kulek ve hatine wergerandin û her sê ji Weşanên Lîsê ve hatine derxistin.


Serencama Mirinekê / Gabriel García Márquez

“Serencama Mirinekê” xelekeke girîng e ji zincîreya berhemên Gabriel García Márquez,

Wan berhemên giranbuha yên ku ji kaniya serpêhatî û çavdêriyên jiyana nivîskêr û cîhana derdora wî bi xwe dizên û bi şêwaza efsûnkar a Márquez têne hûnandin. Ev romana ku berî ku nivîskar Xelata Nobelê wergire bi salekê, derdiçe, yek ji baştirîn mînakan e ku bi azmûneyên nivîskêr ên rojnamegeriyê û şarezayiyên wî yên rind ên hûnak û aşopê bişkiviye. Serencama Mirinekê, çîroka mirinekê ye, mirineke ku ji bilî kuştiyê wê her kes pê dizane ku dê biqewime, kujerên wê her tiştî dikin da ku hin rêgiriyê bikin li vê kiryarê, lê kuştiyê wê bêhay, gav bi gav ber bi dawiya ku çarenûsê diyar kiriye, ve diçe. Ev çîroka ku Márquez bi aşopeke xurt sêwirandî, bi çavekî  hûrbijêr dîtî û pênûseke tûj û nazik nivîsandiye û qewama wê vedigere bûyereke rastî a demên xortaniya wî, li ser qewîtî û şîretên diya wî, ancax piştî ku lehengên wê ji vê dinyayê koç dikin, tê nivîsîn. Yên ku vê çîroka dilsoj, bi raz û nihêniyan meyandî, bixwînin dê bibînin ku lehengê vê çîroka, ku ne tenê li gundekî li perekî dûr ê cîhanê lê li şûnûwarên me jî encam dide, hê jî di nav me de dijîn. Kitêba ku mînaka herî kurt û bijareye ji şêwaz û nîgara yek ji mezintirîn nivîskarên cîhanê ên heta îroyîn.

Beriya Şewitî / Juan Rulfo

“Beriya Şewitî”  berhevoka hemû çîrokên Juan Rulfo ye ku ew yek ji girîngtirîn nûnerên wêjeya Meksîkayê ye. Ev berhevoka çîrokan ligel romana Rulfo ya bi navê Pedro Paramo, kuliyata berhemên wî pêk tîne. Juan Rulfo, ku nimûneyeke nadîde ye, ji ber ku bi afirandina hejmareke hindik a berheman nav û bandoreke mezin dahênaye, ne tenê ji bo wêjeya bi zimanê Spanyolî, her wiha di wêjeya cîhanê gişî de jî deng û rengekî xweser û neqane ye. Çîrokên wî ne tenê vegotinên bûyerên hatî serê lehengên wî yên hem sosret hem ji rêzê ên gundewarên Meksîkayê ne, di heman demê de strana Meksîkayê ne ku salixê didin ji bûyer û hel û mercên raborî ên ku dîrok û binhişê welatê wî pêk tînin.

Çîrokên Dubliniyan / James Joyce

“Çîrokên Dubliniyan” nimûneyên yekemîn vedihewîne ji berhemdariya James Joyce, ev nivîskar, ku yek ji nivîskarên pêş û sereke ê wêjeya modernîst e, berhemên wî heta îro jî seraqet mijara rexne, şîrove, guftûgo û analîzan in li cîhanê. Çîrokên ku Joyce ji 1904’an ve dest pê kir wan binivîse hem mînak in ji zehmetiyên ku wî di seranserê azmûneya xwe ya nivîskariyê de ligel weşanger û edîtorên wan kişandî, hem jî peyamnêr in ji bo reng, awa û naveroka berhemên wî yên di pey re, ku wekî sehayeke têkoşanê tim û tim pê gîro bû û jiyana xwe di ber de azirand. Reng û dengê van çîrokên Joyce raxistin û raberkirinek e ji hewildan û helwestên wî ên der barê ol, terîq, netew, netewperwerî, ziman û hêmayên din ên ku rastiya Îrlendayê û hiş û bîra wê ya giştî pêk tînin de. Ev berhema ku gaveke yekemîn û xurt a James Joyce di riya ku bibe nivîskarekî mezin ê cîhanî de, ligel nîşe û têbiniyên ku peywend û refaransên di metnê de hîn ron û zelaltir dikin ku ji Weşanên Lîs gihîştin ber destê xwendevanan.


- Serencama Mirinekê / Gabriel García Márquez / Roman /  96 rûpel / Berfenbar 2013

- Beriya Şewitî / Juan Rulfo / Çîrok / 147 rûpel / Berfenbar 2013

- Çîrokên Dubliniyan / James Joyce / Çîrok / 245 rûpel / Berfenbar 2013




Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Encamnameya Konferansa Mezopotamyayê hat aşkerakirin

ad

Bi hejmaran notên li ser hilbijartinê

ad

Ev jî çêbû: Şahcîwana Miyanmarê li hemberî cuntayê bû gerila

ad

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

ad

‘Fîlmekîmî’ îsal diçe 4 bajaran

ad

Du pirtûkên helbestan ên nû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname