Diyarname
Li Miyanmarê Şahciwana berê li hemberî artêşa derbekar ya welatê xwe wekî şervan tevlî refên serhildêran bû.
Htar Htet Htet 32 salî ye, di sala 2013'yan de, di pêşbaziya bedewiyê ya "Miss Grand International" ya li Taylandê de wekî şahciwan hatibû hilbijartin.
Htar Htet Htet dibêje ew rewşa cuntaya eskerî ya li welatê xwe qebûl nake, lewma ewê ji vir û pê ve wekî şoreşgereke di nava gerîllayan de cih bigire û li hemberî derbekaran şer bike.
Jina şahciwan ku di heman demê de mamosteya jimnastikê ye, di medya civakî de wêneyê xwe yê bi çek û rext parve kir û di binî de wiha nivîsand: "Ez amade me di vê rêyê canê xwe feda bikin. Dem hatiye em li dij derkevin. Ji bo şoreş bi ser bikeve her kes divê erka ku dikeve ser milan pêk bîne. Heta ji destê min tê ezê li dij darbeya eskerî derkevin. Ez amade me dev ji hemû qezencên xwe berdim û di vî rêyî de canê xwe jî bidim.”
Artêşa Miyanmarê di 1'ê sibata/reşemiya îsal de li hemberî hikumeta sivîl Aung San Suu Kyi dabe pêk anibû û seroka welêt avêtibû zindanê.
Ji wê demê ve welêt di nava kaosê de ye. Kirîza aborî gihîştiye asteya herî bilind ya salên dawî. Rojane bi sedan kes tên girtin.
Di çalakiyên protstoyî yên sivîl de heta niha ji ber êrîşên hêzên artêşê nêzê 800 kes hatine kuştin, derdora 5 hezar kes hatine girtin. Bi qasî nîv mîlyon kes koçber bûn.
Li nava daristanên Miyanmarê, rêxistinên cuda yên şoreşger ku ev demekî bû navber dabûn têkoşîna xwe ya çekdarî, li ser daxwaza gel, ji nû ve ketin nava tevgerê.
Di serî de Washington Post, France24, Intependita îngilîz, The Times çapemeniya dinyayê ciheke berfireh da Htar Htet Htet û qala meseleyê kir.
Htar Htet Htet a 32 salî dibêje: "Ez amade me di vê rêyê canê xwe feda bikin."