Diyarname
"Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî" li Hewlêrê dest pê kir. Wezîrê Çandê yê Herêma Kurdistana Federal Kawa Mehmûd got ku dê konferans bike ku yekîtiya zimanê kurdî çê bike û zanîna neteweyî ya kurdên hemû parçeyan pêş bike.
Di konferansê de digel Wezîr Mehmûd, Waliyê Hewlêdê Newzad Hadî, Mebûsa BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane û gelek delege amade bûn.
Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî axavî û got ku ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê kurdî di bin bandoreke giran a erebî, tirkî û farisî de maye û wiha dom kir: "Ji bo ev bandor kêm bibe divê standardeke zimanê kurdî saz bibe û zimaneke hevpar çêbibe."
Konferans wê çar rojan berdewam bike.
**
Nûçeya eleqedar:
- Li Hewlerê Konferansa Zimanê Kurdî li dar dikeve