QAMIŞLO
Komîteya Amadekar a çalakiyên roja 8`ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li herêma Cezîrê ku ji 11 rêxistinên jinan pêk tê bernameya çalakiyên xwe aşkere kir.
11 rêxistinên jinan li herêma Cezîrê ji bo amadekariyên çalakiyên pîrozbahiya roja 8`ê Adarê Roja Jinên Cîhanê komîteyek hevbeş ava kiribûn, Komîteya Amdadekar bernameya çalakiyan aşkere kir. li gorî komîteyê bernameya çalakiyan wiha ye:
Qamişlo
- Ji roja 28`ê sibatê heta 1`ê adarê kampaniyaya paqijkirina bajêr tê lidar xistin.
- Roja 28`ê sibatê Dayîkên Aşîtiyê bi daxuyaniyeke dê banga tevlîbûna çalakiyan bike.
- Roja 1`ê adarê Navenda Zaniat û Perwerdeya Jinan li taxa Konêş tê vekirin.
- Roja 3`ê adarê li navenda bajarê Qamişlo şahiya pîrozbahiya 8`ê adarê tê lidar xistin.
- Roja 8`ê adarê bi beşdariya herêmên Tirbespiyê û Amûdê şahiyek dê bê lidar xistin.
Hesekê
- Roja 28`ê sibatê ji bo danasîna roja 8`ê adarê Roja Jinan a Cîhanê civînek dê bê lidar xistin.
- Roja 5`ê adarê meşeke girseryî û piştî meşê jî şahiyek dê bê lidar xistin.
- Roja 7`ê adarê pêşangeha hunerên dest ên jinan tê lidar xistin.
- Roja 8`ê adarê li navenda bajêr şahiyek dê bê lidar xistin.
Serêkaniyê
- Roja 4`ê adarê Navenda Çand û Huner dê şahiyekê lidar bixe.
- Roja 6`ê adarê Jinên Ciwan ên Şoreşger dê meşekê lidar bixe.
- Roja 8`ê adarê li navenda bajêr meşeke girseyî dê bê lidar xistin.
Til Temir
- Ji roja 2`ê adarê heta 8`ê adarê Yekîtiya Star dê rêzeçalakiyan û şahiyan lidar bixe.
- Roja 6`ê adarê Navenda Çand û Huner dê şahiyekê lidar bixe.
- Roja 8`ê adarê meşeke girseryî dê bê lidar xistin.
Dirbêsiyê
- Roja 4`ê adarê Navenda Çand û Huner dê şahiyekê lidar bixe.
- Roja 6`ê adarê li bajarokê Ebû Rasîn şahiyek dê bê lidar xistin.
- Roja 8`ê adarê meşeke girseryî dê bê lidar xistin.
Amûdê
- Rojên 2 û 3`ê adarê li gundên herêmê civîn dê bêne lidar xistin.
- Roja 7`ê adarê Navenda Çand û Huner dê şahiyekê lidar bixe.
Girkêlegê
- Roja 2`ê adrê Navenda Çand û Huner dê şahiyekê lidar bixe.
- Roja 8`ê adarê li bajarokê Çilaxa civînek dê bê lidar xistin.
Tirbespiyê
- Roja 1`ê adarê bi boneye salvegera rizgarkirina bajarê Tirbespiyê şahiyek dê bê lidar xistin.
- Roja 3`ê adarê Navenda Çand û Huner dê şahiyekê lidar bixe.
- Roja 6`ê adarê li dijî tundiya li hember jinê dê meşeke bi def û mûzîkê bê lidar xistin.
- Roja 8`ê adarê meşeke girseyî dê bê lidar xistin.
- Roja 10`ê adarê derbarê tundiya li hember jinan semînarek dê bê lidar xistin.
Dêrik
- Roja 2`ê adarê Navenda Çand û Huner dê şahiyekê lidar bixe.
- Roja 8`ê adarê Yekîtiya Star dê şahiyekê lidar bixe.
Komîteya amadekar diyar kir ku ji roja 1`ê adarê û şûn ve kolanên bajar û gundan bi alên Kurdî û wêneyên têkoşerên azadiyê bêne xemilandin.
Komîteya amadekar bang li hemû jinên herêmê kir ku bi cil û bergên Kurdî tevlî çalakî û pêrozbahiyên 8`ê adarê bibin.