Diyarname
Tîmên ku di komên ji bo Kûpaya Euro 2016'an bi hev re bilîzin bi pişkeyekê hatin diyar kirin. Di 9 koman de 53 welat ji bo herin Euro 2016'an dê bi hev re bilîzin.
Vê carê EURO 2016 li Fransayê tê lîstin. Ji bo tîmên di komên ji bo Euro 2016'an de bilîzin îro li bajarê Nice yê Fransayê pişke hate kişandin. Tirkiye kete Koma A û reqîbên wê jî Hollanda, Kazakiskan, İzlanda, Komara Çek û Letonya ne
Vane Kom û tîmên dê têde bi hev re bilîzin:
Koma A: Hollanda, Kazakistan, İzlanda, Letonya, Tirkiye, Komara Çek
Koma B: Bosna Hersek, Andorra, Qibris, Galler, İsrail, Belçika
Koma C: Spanya, Luksemburg, Makedonya, Belarus, Slovakya, Ukrayna
Koma D: Almanya, Cebelitarik, Gurcistan, Skoçya, Polonya, Komara Îrlanda
Koma E: Îngilistan, San Marino, Litvanya, Estonya, Slovenya, Swîsre
Koma F: Yewnanistan, Giravên Faroe, İrlandaya Bakur, Finlandiya, Romanya, Macaristan
Koma G: Rusya, Lihtenştayn, Moldova, Karadax, Avusturya, Swêd
Koma H: Îtalya, Azerbaycan, Malta, Bulgaristan, Norveç, Hirvatistan
Koma I: Portekiz, Arnavutluk, Ermenistan, Sırbistan, Danimarka
Maçên yekemîn dê rojên 7-8-9'ê rezbera 2014'an de bêne lîstin. Ji van tîman her du tîmên di rêza yekem û duyem de bimînin û tîma ku di rêza sêyemîn de ji sêyemînên din herî zêde pûan girtibe dê raste rast here EURO 2016. Ji bilî van tîmên sêyemîn ên din dê bi hev re play-offê bilîzin û di encamê de 4 tîmên din jî dê herin EURO 2016.
Maçên play-offê dê rojên 12-14 û 15-17'ê sermaweza 2015'an de bêne lîstin.