logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Dengbêj û rockvan li ser heman dikê bûn

Li dinyayê yekemîn car dengbêjên kurd û rockvan li heman sahneyê bi hev re striyan. Ji rockvanan Jon li ser konserê got:

  • Dîrok: 06/07/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

Cemil Oguz

Li dinyayê yekemîn car dengbêjên kurd û rockvan li heman sahneyê bi hev re striyan. Ji rockvanan Jon li ser konserê wisa got: "Ez kesekim ku ji muzîkê pir hez dikim. Ji ber ku îşev ez parçeyeke vê konserê bûm asoya min fireh bû."

Bi hevkariya Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) û Newyork Produksiyonê dengbêjên ciwan Mihemedê Serhedî, Mem Bazîd û Koma Story Boks û Jon Simpson hatin cem hev.

Dengbêjî li ku, rock li ku? Yek muzîka ji Mezopotamyayê, muzîka gelê ku zimanê wî hatiye qedexekirin, stranên wî hatine qedexekirin; yek jî muzîka gelên hatine çewsandin, muzîka serhildêran lê li ser erdnîgariyeke ku ji Mezopotamyayê gelek dûr. Û ev her du muzîk li Stenbolê, li NÇM'ê li heman sehneyê derketin pêşberî hunerhezan.

Berî konserê pirs ev bû di bîra her kesî de; "Dengbêjî û rock bi hev re dibin?" û piştî konserê bersiv 'dibin' bû û temaşevan jî, dengbêj jî, rockvan jî, yanê bi kurtahî her kes memnûn bû.

Ji Evdalê Zeynikê heta Cembelî

Pêşî dengbêjên ciwan Mihemedê Serhedî û Mem Bazît derketin ser dikê. Serhedî bi "Qazê" dest pê kir, dûre klama Cembelî got, temaşevan birin zozanîn Culemêrgê, çîroka evîna Cembelî û Binevşa Nanîrênê pêşkêşî wan kir. Dûre Mem Bazî ji denbgêjê mezin, pîrê dengbêjan Evdalê Zeynikê girt klama "Qulng", dûre klama navdar "Lawikê Metînî" xwend. Piştre Serhedî "Hesenîko" xwend, Mem Bazît bi klama "Geliyê Zîlan" para ku ji bo wan hatibû veqetandin temam kir.

Piştî dengbêjan koma rockê Story Boks derket derket ser dikê. Klamên dengbêjan her yek xwedî çîrokekê bûn, yê rockvanan jî bi vî rengî bû vê şevê. Wan qala çîroka stranên xwe kirin, dûre gotin stranên xwe yên rockî bi gîtar, saksafon, batery û perkusyonan.

Ji endamên Story Boks Charles dibêje, "Ji zarokatiya min ve min hez dikir ku bavê min ji min re qala çîrokan bike; a rast carinan wî ji ber xwe ve jî ew çîrok digotin. Çîrok baş in, coşê didin mirovan û ger bi muzîkê re bibin yek baştir dibin" û çîrokên xwe û muzîka xwe bi hev re girê dide di muzîkariya xwe de. Her klama dengbêjan jî xwedî çîrokekê ye û wan klaman û muzîkê di nav hev de dihonin. Ev her du nêzîktêdayînên nêzî hev îşev bi hev re li ser heman sehneyê bûn.

Koma Story Boks bi strana “Tilting at Windmills” dest bi konsera xwe kir, dûre ji MFO bi tirkî “Gullerin içinden” xwendin û paşê “The Borderline”, “Writer”, “Olivia”, “Talking Now”, “Kingdom Come” pêşkêş kirin. Di dawiyê de jî dengbêj Mihemedê Serhedî derket ser dikê, "Mîrpence" xwend, koma rockê jî jêre li enstrumanên xwe da, bi hev re şirîkatî dikin dengbêjî û rockê û şev bi duetan wan bi dawî bû.

Dengbêjî di asta dinyayê de ye

Piştî konserê me bi dengbêjên ciwan Mihemedê Serhedî, Mem Bazîd û nedamên koma Story Boks Jon û Charles re xeber da.
Dengbêj Mihemedê Serhedî li ser konserê got: "Dengbêjî ne tenê muzîkeke herêmî ye. Dengbêjî muzîka cîhanê ye. Ispata vê jî ev e ku îşev tevî muzîkarên ji Amerîka, Zelandayê li heman sehneyê bû. Ez hêvî dikim  di dema pêş de dengbêjî bigihîje cihê ku layiqê wê ye. Bi ya min ger muzîkar hev fêm bikin dikarin gelek karên baş bikin, îşev jî wisa bû. Min bi xwe jî zewqek mezin ji konserê girt."

Dengbêj Mem Bazîd jî wisa dibêje, "Heta niha dengbêjî li gundan dihat vegotin, bi vê konserê me nîşan da em dikarin bi dinyayê re jî bibêjin. Ev tişteke girîng e."

Jon: Dengbêjî ez hestiyar kirim

Ji endamên koma Story Boks Charles dibêje, "Yekem car hefteya borî me dengbêjî bihîst" diyar dike ku çend caran proja kirine û ji komê Jon jî wisa dibêje; "Bi ya min ev muzîk gelek bi heyecan e, heta niha min tişteke wisa nebihîstibû. Di dema klam gotinê de hesta ku lê bar dikin gelek tesîr li min kir û ez hestiyar bûm."

Pirsa ku her hate pirsîn, "dengbêjî û rock li cem hev dibin?" Jon dibêje, "Dibin" û Charles lê zêde dike: "Ez bawerim qelîteya rockvanan di vî warî de gelek muhîm e. Rastî ev e. Dengbêjî ji rocakê gelek cuda ye. Tişteke zor e ku rockvanek wekî dengbêjek bibêje lê wekî muzîkal dikarin li cem hev bin."

Wan yekem car li dengbêjî guhdarî kirine. Jê hez kirine yan na? Ji wan Jon wisa bersivê dide, "Ez kesek im ku gelek ji muzîkê hez dikim. Ji ber ku ez îşev parçeyeke vê konserê bûm asoya min gelek fireh bû." Û Charles jî bi gotina "Yê min jî" beşdarî hevalê xwe dibe.

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe û nivîsên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe û nivîsên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 19 04 2026

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

news
  • 18 04 2026

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

news
  • 18 04 2026

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

news
  • 17 04 2026

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

news
  • 17 04 2026

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

news
  • 17 04 2026

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Bi kurdî dest bi paqijî kirin

ad

5 hejmarên 'Flashhilat'ê

ad

Klîba Hefteyê: Kobanî

ad

Festîvala Yilmaz Guney dîsa li dar dikeve

ad

Tîmên kurdan ên di Lîgên 3'yemîn de

ad

Festîvalê Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî eşkere kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname