Þêwra bi nivîskaran re
Omer Dilsoz / Amed
Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr pêr li xwaringeha Kebab Keyfî ji komek nivîskarên kurd re þîvek da û bi wan re li ser pirs û pirsgirêkên nivîskariyê þêwirî.
Osman Baydemîr di þîva þêwrê de li ser girîngiya nivîskariya kurdî sekinî û bal kiþand ku nivîskarên kurd bi karekî gelekî girîng radibin û berdêla vê keda wan dê dîrok bi nemiriyê li wan vegerîne.
Di þîva þêwra bi nivîskarên kurd re ku li xwaringeha Kebab Keyfî 4 saetan dewam kir, nivîskar û Baydemîr bi hev re þêwirîn û daxwaza domandina þêwrê ya ji sê mehan carekê hate pesendkirin.
Di þîva þêwrê de, li ser navê nivîskaran Arjen Arî spasiya Baydemîr kir û got: “Nivîskar hînî dayînê bûne, ew bêyî ku tiþtekî hêvî û daxwaz bikin ew ê her bi ked û berhemên xwe bidin.”
Þaredar Baydemîr destnîþan kir ku ew ê hewl bidin ku berhemên nivîskarên kurdî li zimanên dinyayê bêne wergerandin û Baydemîr wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez ê bi balyozxane û wezaretên biyanî re daxwaza hevkariya wergerandina berhemên kurdî bo zimanê wan bikim û ez di wê baweriyê de me ku dê ev daxwaza me bête pejirandin.”
Di þîva þêwra bi nivîskaran re de gelek nivîskar li ser pirs û pirsgirêkên nivîsandina bi kurdî axivîn û bal kiþandin ser giraniya kar û barê xwe. Nivîskarên wekî Þêxmus Dîken, Îrfan Babaoglu, Arjen Arî, Lal Laleþ, Dilawer Zeraq, Þener Ozman, Omer Dilsoz, Adil Zozanî, Azad Zal, Ayhan Meterowar û gelek ên din beþdarî þîva þêwra bi Osman Baydemîr re bûn û li ser girîngiya nivîskariyê bi Baydemîr re diyalogeke germ kirin.
Baydemîr keyfxweþiya xwe ya ji bo þêwreke wiha anî ziman û wiha got: “Gelek mîr û qumandar di dîrokê de hatin û çûn, em jî gelek gelek heta deh te nezanî 20 salên dîtir li bîra xelkê bin, lê heta li ser rûyê dinyayê çar kurd bimînin dê her û her nivîskarên kurd li bîra wan bin û bi ber û berhemên wan serfiraz bin.”
Baydemîr nemir Ehmedê Xanî bi bîr xist û bal kiþand ku siyasetmedar ancax bi þêwr û girîngîpêdayîna bi nivîskaran bikaribe di dilê gelê xwe de cihekî mezin bigire. Her wiha Osman Baydemîr got ku heta ku nivîskarekî þeþ çav nebin, nikare nivîskareriyê bike.
Di þêwrê de nivîskarên kurd li ser girîngiya huner û nivîsê sekinîn û bal kiþand ser danûstandina di navbera siyasetmedar û nivîskar û hunermendan de û wan girîngiya pêwendiyeke rast destnîþan kir. Nivîskaran bal kiþand ser pirsgirêka kurdî ya rênivîsê û xwest demildest ev pirsgirêk bê çareserkirin û hemû dam û dezgehên kurdî yek rênivîs û rêzimaneke standart bi kar bînin.
Dîsa yek ji daxwaza nivîskaran berhevkirina kelepora kurdî, ferheng û çîrok û destanan bû ku di þevê de gelek axaftin li ser hatin kirin.
Hêjayî gotinê ye ku nivîskaran daxwaza palpiþtiya Komela Nivîskaran kir û anî ziman ku prestîja nivîskariya kurdî bigihêje rûmet û girîngiya heqkirî.
Baydemîr jî bi baldarî li pêþniyarên nivîskaran guhdarî kir û balkêþ bû ku gelek caran not girtin.
Þîva þêwrê bi biryara ku her ji sê mehan carekê li hev kom bikin, qediya.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin
***
Nûçeya eleqedar:
- Baydemîr bi nivîskaran re hevdîtinek pêk anî