Diyarname
Kovarên mîzahî yên bi navê Penguen û Lemanê di berga xwe de cih da meseleya Dêrsimê ku Onur Oymen anî ziman û rexneyên xwe li Oymen kir.
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Onur Oymen ku li meclisê qala serhildana Dêrsimê kiribû û gotina, "Di dema Dêrsimê de jî hêstirên dayikan nehatin xwarê, kesî negot bila hêstir nerijin" bikar anîn, bi vî awayî komkujiya li Dêrsimê parastibû bû sedema nerazîbûnan. Ev çend roj in gel li ser vê yekê çalakiyan dike.
Niha kovarên mîzahî jî berê rexneyên xwe dan Oymen.
Vane ew berg: