Stenbol
Wêneyê Ocalan ku demek berê ligel Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş û Wekîla Serokê Koma BDP'ê Pervin Buldan kişandibû li qada sanal hat weşandin.
Demirtaş û Buldan li Girava Îmraliyê ligel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wêne kişandibû û ew wêne di destê Wezareta Edelatê de bû. BDP'yî li benda erêkirina Wezareta Edelatê bûn ku wêneyê pêşkêşî raya giştî bikin. Lê heta îro destûr nehat dayîn. Îro ev wêne bi ser Twitterê re hin kesan weşand.
Di wêneyê de Ocalan, Demirtaş û Buldan li dora maseyekê ne.
Piştî ev foto hat weşandin Buldan ji bo rojnameya Hurriyetê wisa got: "Belê, foto rast e. Cihê ku li Giravê em dixebitin wisa ye. Lê ev ne ji ew fotoyên ku dane me ye. Ev foto ji aliyê me ve nehatiye belavkirin. Ev ji ku derketiye ez nizanim."
.jpg)



