Diyarname
Pêşkêşvana navdar a CNN International Christiane Amanpour merasima cenazêy ya Nelson Mandela şopand. Li cihê merasimê gelek nûçe çêkir. Nêzî sed serokdewletên welatan beşdarî merasima cenazeyê ya Mandela bûn. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî ji bo Mandela peyam şand. Her wiha li ser navê Ocalan kulîlk jî hatin şandin ku li ser "A. Ocalan, Kurdistan" hatibû nivîsîn.
Pêşkêşvana navdar Amanpour jî wêneyê wan kulîlkan kişand û di tweetera xwe de weşand. Amanpour wisag got: "Ji hepsê Mandela bibîr anî. Kulîlkên ku Rêberê kurd Abdullah Ocalan şandibûn min dîtin."
Ev tweeta Amanpour hem di gelek weşanan de bû nûçe, hem jî di qada tweeterê de bû sedema nîqaşê. Yên ku Ocalan diparastin û yên ku digotin tu çawa jêre dibêjî rêber...
Wêneyê ku Amanpour di tweetera xwe de weşand.