Wan
Baroya Wanê piştî afîş û ajandayên bi kurdî û tirkî, niha jî perwerdehiya bi kurdî dide parêzeran.
Baroya Wanê, bi piştgiriya Şaxa KURDÎ-DER'a Wanê wê perwerdehiya bi kurdî bide parêzeran. Serokê Baroya Wanê Orhan Hemetoglu, diyar kir ku parêzer eleqeyekî mezin nîşanî perwerdehiya kurdî didin û wê bi biryar xebatên xwe bidomînin.
Hemetoglu got ku wan pêşî di Hefteya Mafên Mirovan de afîşên bi kurdî û tirkî di bîllbordan da daliqandin û wiha berdewam kir: "Piştî vê xebatê me ji bo hevalên xwe ajandayên bi kurdî û tirkî çapkirin. Niha wan bikar tînin. Herî dawî me bi dest qursa kurdî kir. Hevalên me eleqeyekî mezin nîşanî qursa me bi piştgiriya KURDÎ-DER'a Wanê daye destpêkirin didin."
Orhan Hemetoglu, da zanîn ku piranîna welatiyên li bajarê bi kurdî diaxivin û wiha axivî: "Bi taybet di navbera parêzerên kurdî nedizanîn bêdadiyek hebû. Ji bo ku vê yekê ji holê rakin em ev xebat da destpêkirin."
Serokê Baroya Wanê Hemetoglu, destnîşan kir ku zimanê zikmakî mafê kesekî yên herî bingehîn e. Hemetoglu bilêv kir ku ew wekî Baroya Wanê wê ji bo makezagona nû komxebata makezagonê pêk bînin û wiha pê de çû: "Çareseriya pirsgirêk di makezagonekî nû re derbas dibe. Divê xebatekî hemû azadiyan, zimanê zikmakî û hemwelatiyê bê kirin. Wê komexebatekî me ya makezagonê hebe. Li vir ji bo ku astengên li pêşiya zimanê zikmakî bên rakirin wê xebatê bikin."