logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Partiyên Başûr li ser qedexeya ber Muslim nerazîbûn nîşan da

Astengkirina çûyîna Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ji bo Başûrê Kurdistanê, li nerazîbûna partî û parlamenterên Başûrî ras

  • Dîrok: 25/10/2013
  • Beş: Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN

Astengkirina çûyîna Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ji bo Başûrê Kurdistanê, li nerazîbûna partî û parlamenterên Başûrî rast hat. Tevgera Goran got, "ev karekî nebaşe", Yekgirtû jî banga "Divê ji Kurdistaniyên li Rojava re nebin asteng, bibin alîkar" kir. Parlamenter Mahmûd Osman jî got, "astengiyeke siyasî ye."

Çûyîna Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ji bo Başûrê Kurdistanê di 23'ê Cotmehê de hat astengkirin. Muslim ji bo qebûlkirina serdanên sersaxiyê yên ji ber windakirina kurê xwe Şervan Muslim, ji Ewropayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû. Hikûmeta Kurd der barê vê astengiyê de ti daxuyanî neda. Hikûmetê beriya niha der barê mijara girtîbûna deriyê sînor ê Sêmalka de demeke dirêj bêdeng mabû û li ser zêdebûna nerazîbûnan daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû ku derî vekiriye. Derî hînê li çûn û hatina Kurdistaniyên ji Rojava girtîne.

Partî û parlamenterên ji Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re axivîn, nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan û xwestin dawî li astengiyan bê anîn.

GORAN: EV KAREKÎ NEBAŞE

Berpirsyarê Hewlêrê yê Tevgera Goran, ku di hilbijartinên meha Îlonê de bû partiya duyemîn Dr. Mihemed Hecî astengkirina çûyîna Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ji bo Başûrê Kurdistanê weke "karekî nebaş" bi nav kir.

Hecî diyar kir ku divê bi awayekî giştî sînor li welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê bê vekirin û got, "Me berê jî anîbûn ziman. Ev ne karekî baş e." Hecî da xuyakirin ku ev nêzîkatî şert û mercên giran ên li Rojavayê Kurdistanê girantir dike û got, "Astengkirin an jî qedexekirina derbasbûna Birêz Muslim, rewşeke baş nîne. Em dixwazin ev yek neyê dûbarekirin." Hecî ragihand ku Muslim lîderê partiyeke siyasî ye û got, "Rewşa Rojavayê Kurdistanê baş nîne. Pêwistiya wan bi Başûrê Kurdistanê heye. Divê em ji wan re nebin asteng, em bibin alîkar."

YEKGIRTÛ: DESTKETIYÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YÊN HEMÛ KURDAN E

Partiya çaremîn a bi 9 kursiyan li parlamentê tê temsîlkirin YekgirtûYê Îslamî ya Kurdistanê jî nûnerê wê Xelîl Îbrahîm da xuyakirin ku astengkirina Muslim ji bo wan cihê "nerazîbûn" û "xemgîniyê" ye.

Îbrahîm got, "Astengkirina Birêz Salih Muslim ji bo me cihê nerazîbûnê ye" û anî ziman ku wan ev rewş ji çapemeniyê bihîstine. Îbrahîm da xuyakirin ku divê Başûrê Kurdisatnê der barê pirsgirêkên li hemû perçeyên Kurdistanê de roal xwe bileyze û anî ziman ku divê Başûrê Kurdistanê ne tenê ji bo Muslim ji bo hemû "welatparêzan" vekirî be. Îbrahîm destnîşan kir ku statuya heyî ya Herêma Kurdistana Federal berhema têkoşîna gelê Kurd a li hemû perçeyan e. Îbrahîm got, "Rola Kurdên li Rojava di vê de heye. Her perçe ji bo yê din şehîd da. Bila kes nebêje ev perçe yê min e." Îbrahîm da xuyakirin ku Herêma Kurdistana Federal bi parlament, hikûmet û hemû saziyên xwe re destketiyê hemû Kurdan e.

MAHMÛD OSMAN: ASTENGIYEKE SIYASÎ YE

Endamê Parlamenta Iraqê yê Kurd Mahmûd Osman jî da xuyakirin ku ev yek "mijareke siyasî" ye û xwest ev yek bi rêya diyalogê di navbera PDK û PYD'ê de bê çareserkirin. Osman got, "Hêvîdarim birayên PDK, PYD û PKK dê vê pirsgirêkê bi diyalogê çareser bike." Osman diyar kir ku divê ev partî li hemû perçeyan alîkariyê bidin hev û ev hişyarî da: "Eger ev pirsgirêka siyasî neyê çareserkirin, dibe ku xirabtir bibe."


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Kurdiya Pratîk' ji nû ve derket

ad

Mazlum ket 22 saliya xwe

ad

Cenazeyê Mehmet Çetin hat definkirin

ad

Vane gotinên Mîthat Sancar

ad

Ev jî çêbû: Instagram hat qedexekirin

ad

Welatên dinyayê Obama dixwazin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname