Diyarname
Tirkiye ku di warê azadiya ramanê, azadiya çapemeniyê de li rêzên jêrîn e vê carê Instagram qedexe kir.
Platforma tora civakî Instagram vê sibê ji aliyê Beşa Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê ve hat qedexekirin. Li gor agahiyan instagramê hin astengî danîne ser agahiyên li ser Serokê Hamasê Îsmaîl Haniyeh ê hatiye kuştin, loma instagram hatiye qedexekirin.
Ev qedexeya li ser instagramê wê zirarê bide bazara Tirkiyeyê jî ji ber ku gelek kompanî û kesan bi ser vir re tişt difirotin. Di vi warî de li gor agahiyên hatine belavkirin sedî 10'ê e-bazara Tirkiyeyê bi ser instagramê re tê kirin ku ev jî rojane miqabilî 900 mîlyon TL'yî ye. Dema influenceran î lê zêde bikin zerara rojane digihîje 1,5 mîlyar TL'yî.


