Diyarname
Di pêşbaziya 10'emîn a Helbestan a Arjen Arî de Rêzan Diljen bi dosyaya xwe "Deftera Qetayî" bi ser ketibû. Niha ew digihîje xelata xwe.
Encamên Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî 15'ê Gulanê di Roja Cejna Zimanê Kurdî de tê eşkere kirin. Îsal jî serketiyê pêşbaziyê heman rojê hatibû eşkere kirin û hatibû gotin ku Rêzan Diljen bi dosyaya xwe bi ser ketiye, lê heta niha ev xelat nehatibû dayîn. Niha hat eşkere kirin ku dê vê hefteyê xelatê bidin Diljen.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin Weşanên Sor ku ligel malbata Arjî vê pêşbaziyê li dar dixe, dê 11'ê mehê merasima xelatdayînê li dar bixe.
Merasim roja şemiyê saet 18.30 de li Salona Konferansê ya Odeya Mîmaran a Amedê li dar bikeve.
Ji bo kesên eleqedar: Odeya Mîmaran li Kalender Plaza ya li Yenîşehîra Amedê di Qata 6'an, no 10'an de ye.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Rêzan Diljen di Pêşbaziya Arjen Arî de bi ser ket
Hesabên Diyarnameyê
- twitter.com/diyarname1
- facebook.com/diyarname
- instagram.com/diyarname1
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com
**
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- Pirtûka çarem: 'Dengbêj Mehmûdê Hesê' derket
- Piştî çar salan li Amedê carek din Fûara Pirtûkan li dar dikeve
- Serokê TYB'ê: Em dixwazin pirtûkxane zêdetir bibin
- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
***