Diyarname
Ne hindik e, tam 52 sal dom kir. Bi deh hezaran kes mirin û di dawiyê de ligel hikumetê li hev kirin: Niha rêxistinê çekên xwe yên dawî yên di dest de teslîm kirin.
Em qala FARC'ê (Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê) ku ev nîvê sedsalek e şer dike ligel hikumetê li hev kiribû û niha gav bi gav ev lihevkirin didome. Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos ragihand ku şerê ligel FARC'ê bi dawî bû.
Li gor nûçeya BBC beşa tirkî FARC'ê çekên xwe yên dawî yên di destên wan de îro teslîm kirin. Hikumeta Kolombiya û rêveberiya FARC'ê li hev kiribû ku dest ji çekan berde, piştî destjêberdana çekan beşdarî siyasetê bibe.
Santos di merasima li Ponderos de li dar ket de wisa got: "Teslîmkirina çekan, bi rêketina kamyona dawî a ku ev çek lê bar kirine ev şer bi dawî bû, pevçûn bi temamî bi dawî bûn û neteweya me dest bi serdemeke nû kir."
Hikumeta Kolombiya û FARC'ê yekem car li Kubayê li hev kiribû û ev lihevkirin li Kolombiyayê biribûn referandûmê û di referandûma 2'yê kewçêra 2016'an de peymana aştiyê hatibû redkirin. Ligel vê yekê jî Santos û Serokê FARC'ê Radrigo Londono du meh paşê peymanek din îmze kiribûn û ev peyman nebiribûn referandûmê lê ji bo erêkirinê birin cem endamên kongreyê.
Piştî vê dema dest jê berdena çekan dest pê kiribû, Neteweyên Yekbûyî (NY) mesele şopandibû û gerîlayên FARC'ê derbasî 26 herêmên NY'yê diyar kiribûn.
Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos bi vê gava xwe par Xelata Nobelê ya Aştiyê girtibû.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Li Kolombiyayê peymanek nû hat îmzekirin
- Xelata Aştiyê ya Nobelê dan Serokdewletê Kolombiyayê
- Li Kolombiyayê encamek balkêş
- Peymanîmze kirin, FARC a aştiyê dibe partiya siyasî û dikeve meclisê