STENBOL
Endamên Meclisa Stenbolê ya HDK’ê (Kongreya Demokratîk a Gelan) ji bo polîtîkaya hikumetê ya Rojava protesto bike û piştgriya xwe ya ji bo gelê Rojava nîşan bide li Kadikoya Stenbolê meşiya.
Meş li Altiyolê dest Pê kir û li Îskeleya Kadikoy bi dawî bû. Li wê derê li ser navê HDK'ê, endama Rêveberiya Navendî ya Stenbolê a HDK’ê Fatma Înce daxuyanî xwend.
Înce silav li salvegera yekemîn a Şoreşa Rojava kir û xwest ku hemû mafên kurdan bêne qebûlkirin. Înce got ku dest ji tezkereyên şer berdin, bi operasyonên derveyî sînor û şerxwazî tu tiştekî çareser nabe.
Di daxuyaniyê de gotin ku dest ji Rojava nerin û piştgiriya xwe ya ji bo Rojava eşkere kirin.



