Diyarname
Diya Mebûsê BDP'ê yê Bedlisê Husamettin Zenderlioglu Fatma Zenderlioglu îro wefat kir. Fatma Zenderlioglu ev demek bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlisê dihat dermankirin, vê serê sibê saet li dor 11'an wefat kir.
Ji KCD'ê peyam sersaxiyê
Kongreya Civaka Demokratîk ji bo wefata Fatma Zenderlioglu peyamek weşand, ji bo merhûme ji XWedê rehmet û ji bo malbata wê jî sebir xwest.
KCD'ê di peyana xwe de got ku em êşa birêz Zenderlioglu par ve dikin û careke din sersaxiyê dixwazin.