Stenbol
Mebûsê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ku gaza çavsotîner bandoreke mezin lê kiribû û di heman demê de kapsula gazê li milê wî ketibû û rakiribûn nexweşxaneyê ber êvarkî ji nexweşxaneyê derket.
Li Nexweşxaneya Taksim İlk Yardim Onder hat dermankirin û piştî çend saetên li nexweşxaneyê, ji nexweşxaneyê derket.
Onder li ber nexweşxaneyê axivî û got: "Waliyê Stenbolê, Şaredarê Stenbolê û Midûrê Emniyetê li nava çavên mirovan nêrîn û derew kirin. Êrîşê gel kirin. Keçikeke ji fasê birîndar bû, niha li nexweşxaneyê ye. Her derewan dikin. Temama bajar kirin cihê gazê. Emê hesabê van bipirsin, wê nikaribin hesabê bidin."
***
Nûçeya eleqedar:
- Rewşa tenduristina Onder baş e
Sirri Sureyya Onder rakirin nexweşxaneyê