Diyarname
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê ku kesek nehatiye hilbijartin e, lê wî şaredarek ku hatiye hilbijartin ji kar girt.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê bi fermanek Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ji kar girt.
Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê der barê Îmret de bi îdîaya "Gel li hemberî Hikumeta Komara Tirkiyeyê rakiriye serhildara bi çek û propagandaya rêxistina terorê kiriye, gel dehf daye nav kin û neyartiyê" lêpirsîn vekiribû. Li ser vê yekê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê bêyî li benda encama dadgehê bisekine Îmret ji kar girt.
Hevşaredara Cizîrê Îmret got ku ev biryar nayê qebûlkirin û diyar kir ku wê gelek dem berê hevpeyvîn daye Vice Newsê lê çapemenî ew gotinên wê berevajî kirine û kampanyaya lîncê daye dest pê kiriye.
Mebûsê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji twittera xwe piştgirî da Hevşaredar Îmret û wisa nivîsî. "Leyla Îmret Hevşaredara Cizîrê ye. Em vê biryarê nas nakin û qebûl nakin."
Navçeya Şirnexê Cizîr ku ev 8 roj in qedexeya derketina kolanan li ser e tam walîtî biryar dabû ku qedexe rabe vê carê biryarek din ku derbe li Cizîrê dide hat girtin. Şaredarê berê yê Cizîrê Aydin Budak jî dîsa ji aliyê Wezaretê ve demek ji kar hatibû girtin. Ev ji kargirtin wekî qedera Cizîrê li holê dixuye.