GIRKÊ LEGÊ
Li navçeya Rimêlan ê Girkê Legê a rojavayê Kurdistanê, dibistan Cela'i ya ku perwedeya bi kurdî lê hatibû destpêkirin ji aliyê kesên nenas ve hate şewitandin.
Li navçeya Rimêlan ê Girkê Legê duh êvarkî kesên nenas odeya belgeyan û ya rêvebiriya Dibistana Elcela'i, ku Saziya Zimanê Kurdî (SZK) rêvebiriya wê girtibû ser xwe û perwerdeya bi kurdî lê hatibû dest pê kirin şewitandin.
Dema ku nobedarên dibistana Umri Elqeys ya nêzî dibistan Cela'i dît ku dûman ji dibistanê radibe, bi lez agahî da asayîşê. Piştî hewldanan asayîşê agir temirand. Belge û navên xwendekaran û hemû tiştên girêdayî dibistanê hatin şewitandin. Piştî ku lêpirsîn ji aliyê asayîşê ve hate kirin, derket holê ku şewat bi destê hinan hatiye kirin. Hat gotin ku kilîtên dibistanê bi rêvebirê Dibistanê yê Baasî Miwefq Eldiyab re hebûn.
Ji roja yekşema borî ve SZK'ê rêvebiriya dibistanên bajarê Rimêlan ên bi navê Cela'i, Umri Elqeys û Elmiheniyê girtibûn bin qontrola xwe û pêre dest bi perwedeya bi zimanê kurdî kiribû.
Ji ANF'ê hatiye girtin


