Cemil OGUZ
Her sal du çalakiyên belgefîlman ên li ser Mafên Mirovan hene ku vê mehê yek li Stenbolê, yek li Îzmîrê lidar dikeve. Ya Îzmîrê amade ye, lê li Stenbolê îsal festîval nîn e.
25 BELGEFÎLM HENE
11'emîn Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan ku her sal ji aliyê TÎHV'ya Îzmîrê û İletişim Çalişmalari Toplulugu ve tê lidarxistin hat amadekirin. Festîval îsal di navbera 10-17'ê mehê de dê li dar bikeve. Wekî gelek çalakiyên din ji ber vîrusa koronayê îsal Rojên Belgefîlman ne wekî normal, lê dê wekî online li dar bikeve.
Mijara bingehîn vê calakiyê îsla "Azadiya Kombûn û Çalakiyan e". Di nav bernameyê de 25 belgefîlm hene ku 10 ji Tirkiyeyê, 15 jî ji derveyî Tirkiyeyê ne.
NAVÊ XWE QEYD BIKIN
Ji ber ku Rojên Belgefîlman dê online li dar bikeve bi beşek bi sînor e loma yên bixwazin li belgefîlman temaşe bikin divê navê xwe li ser malpera https://tihvbelgeselfilm.org qeyd bikin. Belgefîlmên biyanî bi 250 kesî bi sînorkiriye, ji ber ku peymana ligel xwediyên berheman wisa hatiye sazkirin. Lê belgefîlmên ji Tirkiyeyê sînor jêre dananîne.
Nîşandayîna belgefîlman 10'ê mehê saet 10'an de dest pê dike û heta 17'ê mehê saet 24.00'an didome û temaşekirin bê pere ye. Di vê deme de
Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan ji bo afîşê pêşbazî dabû dest pê kirin û afîşa ku Ulaş Yeşilyurt saz kiribû bûye yekemîn. Ev û afîşên din ku 26 ji wan derketine pêş ew jî heta 17'ê mehê ji ser malpera TİHV re dikarin bêne dîtin.
BELGEFÎLMÊ KURDÎ ' "SIDIQ Û LEOPAR"
Di nav bernameyê de belgefîlmê kurdi jî hene. "Sidîq û Leopar" ê derhênerê kurd Rêber Doskî ye ku par di festîvala belgefîlman a navdar IDFA de Xelata Belgefîlmê Serketî girtibû. Belgefîlm çîroka kurdekî Başûr ê bi navê Sidîq ku 25 salan rêça leoparê dişopîne pêşkêş dike.
Ji nav bernameyê belgefîlmê Hakan Aytekin "An" berê xwe dide beşek xwendevanên suryanî yên li Hezexa Mêrdînê yên salên 1980'yan. Derhêner Çigdem Mazlum û Sertaç Yildiz di belgefîlmê xwe "Ufka bakma duragi" li ser akademisyen Ulaş Bayraktar û hevalên wî yên din ku bi KHK'yê ji kar hatine avêtin. Derhêner Jenni Kivisto û Jussi Rastas jî bi belgefilmê xwe yê bi navê "Colombia in may arms" berê temaşevanan didin meseleya Kolombiyayê û gerîyalên FARC'ê.
Her wiha li ser pirsgirêkên li Îsraîl, Hindistan, Kuveyt, Honk Kong, Îran, Misirê; li ser pirsgirêkê jinan, transan, li ser pirsgirêkên kar ên mirovan gelek belgefîlm dê li benda temaşevanan bin.
FFKMM LI DAR NAKEVE
Ji bilî vê li Stenbolê jî koma Documentaristê bi navê "Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan" festîvalek li dar dixin lê Documentaristê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku ew îsal li dar naxin. Di doxuyaniyê de got ku di dema amadehiyên dawî kirin de ji ber rewşa heyî ya tê zanîn ew navberê didin. Amadekarên festîvalê gotine rewşa hê normal nebûye û wisa gotine: "Festîvala me par 10 saliya xwe pîroz kir lê îsal ji ber rewşa heyî em çênakin. Me mêze kir gelek festîval heman rojan online lidar dikeven, ji bo em vê tijebûna rojevê hinek din zêdetir nekin me nexwest online lidar bixin. Bi hêviya di kurtedemê de em bi fîlmên xwe ligel hev bin... Di nav tenduristiyê de bimînin."
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.