Ev tablo bi 43 mîlyon dolarî hat firotin
Diyarnake
Tabloya wênesazê emresyonîst ê fransiz Claude Monet a bi navê "Nympheas (Nilufer)" li New Yorkê derket mezatê. Tablo bi 43 mîlyon dolarî hat firotin.
Li gor nûçeya BBC li mezatxaneya Christie mezat li dar ket û kesek ku nexwestiye navê xwe eþkere bike tablo kiriye.
Monet, di sala 1905'an de ev tabloya xwe bi boyaxa donîn temam kiribû û di vê mezatê de li bendê bûn ku tablo bi buhaya di navbera 30-50 mîlyon dolarî bê firotin.
Claude Monet ku yek ji avakarên Emresyonîzma Fransiz e tabloyeke wî ya din a bi navê "Le Bassin Aux Nympheas (Hewza Nîluferan)" di sala 2008'an de li mezatxaneya Christie ya li Londanê bi buhaya 80,4 mîlyon dolarî hatibû firotin.