Diyarname
Pirtûka Abdullah Yaşin “Filozofê Kurd Hazretiyê Şêx Ehmedê Xanî” bi tirkî ji Weşanên Lîs derket.
Der barê Ehmedê Xanî de gelek pirtûk tên weşandin, ji ber ku ew helbestvan û fîzozefekî kurd e û di nav wêjeya kurdî de xwedî cihek bênîqaş e. Nivîskar û lêkolîner Abdullah Yaşin di pirtûka xwe de kesayetiya Ehmedê Xanî ya pir alî, digel zanyarî û zanatiya wî ya olî, girêdana wî ya ziman û wêjeya kurdî, entelektuelî û bihîstyariya wî, helwest û sekna pêşkêş dike. Di pirtûkê de ku nivîskar li ser şert û mercên jidayikbûna Ehmedê Xanî lêkolînê dike, serpêhatiyên êla Xaniyan tîne zimên û ji bo rastiyên di vê mijarê de derxe ronahiyê hewl dide. Ji ber vê, ji bo rastiyên winda û nayên zanîn derkevin holê, pirsên wekî “çi bûbû” dipirse û pirtûk ji vî alî ve ji kata şikestî ve li mijarê dinihêre.
Di pirtûkê de ji berhemên Xanî hin beş li tirkî hatine wergerandin. Her wisa di dawiya pirtûkê de lîsteya Xaniyên ku ji ber tevkujiyê reviyane û li gelek bajar û herêman belav bûne, hatiye weşandin.
Kurt Filozofu Şeyh Ehmedê Xanî Hazretleri/ Filozofê Kurd Hazretiyê Şêx Ehmedê Xanî
Abdullah Yaşin / Lêkolîn/ 347 rûpel