Diyarname
Mezatxaneya Sotheby'sê bi mîrasxwurên dema Naziyan re li ser tabloya Vincent van Gogh li hev kir. Tablo bi buhaya 180 mîlyon dolarî ye. Bi vî awayî firotana berhema ku di sala 1890'î de li gundê Auvers-sur-Oiseê hatibû çêkirin û navê "Darên Gûzê yên Bi Kulîlk" lê kiribûn rizgar bû.
Mîrasxwurên weşangerê alman Samuel Fischerî îdia kiribûn ku tablo di sala 1936'an de di bin zexta Naziyan de bi awayekî neheq hatibû firotin û xwestibûn ku berhem ji lîsteya firotanê were derxistin. Lê belê piştî muzakereyên dirêj yên gelek dom kiribûn, di navbera mîrasxwurên Fischerî û malbata xwediyê niha (Carlos Pedro Blaquier û Nelly Arrieta de Blaquier) de lihevhatinek çêbû. Şertên lihevhatinê nehatin eşkerekirin.
Li gor nûçeya Wall Street Journalê mîrasxwurên malbata Fischer gotine, "Peyman bi awayekî adilane û bi ewlehî çêbûye. Ev peyman êşên malbata Fischer ên di dema Naziyan de kişandibûn qebûl dike."
Bi vê lihevhatinê re, tabloya ku tê çaverêkirin rekorê Van Goghî bişkîne, dê wekî hatiye plankir were firotin. Sotheby'sê jî daxuyanî da ku mijar bi awayekî adil û bi baweriyê hatiye çareserkirin.
Ev bûyer di hefteya muzayedeyên payîzê yên New Yorkê de bû sedema tengezariyeke mezin, lê bi çareseriya dema dawî re rê li ber firotanê hat vekirin.


