Amed
Ji bo Pêşangeha Pirtûkan a Amedê merasim li dar ket. Di merasimê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun got, "Li vir niha nêzî 35 weşanxane hene, ji bo ziman yekitî avakirine. Xwestine zimanê me tu car ji holê ranebe."
Rojên Pirtûkên Kurdî a Amedê bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û YEWKURD (Yekîtiya Weşangerên Kurd) li dar dikeve. Pêşangehê îro dest pê kir û heta 1'ê mehê dê bidome. Di merasima destpêkirina Rojên Pirtûkan de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag û Hevserokê YEWKurdê û Xxwediyê Weşanên Aramê Hakki Boltan axivîn. Piştî axaftinan Koma Peyla konserek peşkeş kir.
Va ne ji axaftinên wan çend gotin:
'DAXWAZA KURDAN FERMÎBÛNA ZIMAN E'
- Hakki Boltan: Xwedîderketina weşangeran xwedîderketina xwe bi xwe ye. Em çiqas li pirtûkên kurdî xwedî derkevin ew qas xwedî li hebûna xwe derdikevin. Daxwaza gelê kurd fermîbûna zimanê wî ye.
'DÊ Û BAV KURDÎ HÎNÊ ZAROKAN BIKIN'
- Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag: Zimanê kurdî zimanekî hêja û birûmet e. Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Divê berî her tiştî dê û bav bikaribin kurdî hînî zarokên xwe bike.”
'EM XWEDÎ LI KEDA WAN DERÊN'
- Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn: Emê li zimanê xwe xwedî derkevin. Îro li Qada Şêx Seîd hemû weşanger li cem hev in û li benda gel in. Nêzî 35 weşanxane hene, ji bo ziman yekitî avakirine. Xwestine zimanê me tu car ji holê ranebe. Ya ku dikeve li ser pişta me jî divê em wekî gel xwedî li keda wan derkevin.

Merasim bi konsera ku Koma Peyalê pêşkêş kir bi dawî bû. Rojên Pirtûkan heta 1'ê mehê didome.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Deriyê Çiyê ye


