Diyarname
Di Kûpaya Dinyayê ya Klûban a FIFA'yê ya 2025'an de maça din a nîv fînalê li dar ket: PSG ku heta niha gelek tîm bi 4 golan oxir kiribû, Real Madrid jî bi 4 golan şand mal.
Rojek berê Chelsea derketibû fînalê û li benda reqîbê xwe bû. PSG û Real Madrid ji bo bibin reqîbê Chelsea li Stada MetLife hatin hemberî hev. Dêwê fransiz PSG, dêwê Spanyayê Real Madrid pelixand.
Di nîveka yekemîn de PSG bê qisûr bû; ji pasdan heta ajotina ber bi keleha reqîbê xwe ve, bi organîzeyeke baş dimeşiya. Real Madrid ê ku her xwe mezin didît di vê maçê de nedizanî çi bike; ev yek jî dibû sedema xetayan.
Di deqîqeya 6'an de xetaya defansa Realê bû sedema golxwarinê: Fabian Ruiz ê heta ji maçê derket serketî bû, efû nekir: 1-0.
Di deqîqeya 9'an de vê carê Rudiger wisa xetayek kir, heta îro vî defansparêzî di jiyana xwe de tiştek wisa nekiribû. Her ku Ousmane Dembele ye ma xetayê efû dike? Helbet efû nekir û encam bû 2-0. Di deqîqeya 24'an de dansa pasdayînê ya herî xweşik li meydanê bû: Lîstikvanên PSG'ê ji ber keleha xwe re bi pasan heta golê çûn, Ruis li ser navê xwe gola diduyan, li ser navê tîma xwe gola sisêyan avêt.
Di nîveka pêşî de Real Madridê ne karî plana PSG'ê xira bike, ne karî serdestî bi dest bixe û stûxwar bi 3-0'ê berê xwe da odeya bêhnvedanê.
Di nîveka duyemîn de Real Madrid hinek din hatibû ser xwe. Bi taybetî di navbera deqeyên 50-70 de hin firsend jî bi dest xistin lê nekarî encamê biguherîne. Dûre PSG'ê dîsa însiyatîf bi dest xist û di deqîqeya 87'an de bi gola Gonçalo Ramos encam diyar kir: 4-0.
Di temamê maçê de PSG bi sedî 69 bi destxistina gogê serketî bû.
Bi vê encamê PSG di fînalê de bû reqîbê Chelsea. Maça fînalê 13'yê mehê wê li Stada MetLife ya New Yorkê bê lîstin.
7 MAÇ 16 GOL
PSG'ê di vê World Club Cupê de, di 7 maçan de tenê golek xwar lê 16 gol avêtin. PSG'ê pêşî Atletiko Madrid bi 4 golan şand mal. Dûre ji Botafogo golek xwar û têk çû. Ev ji bo wê bûbû nezer; bi vê yekê hat ser xwe. Dûre Seaatle bi 2-0, tîma ku Messi lê dilîze Miami bi 4-0, tîma mezin a alman Bayer Munih bi 2-0 têk bir û niha jî tîma mezin a Spanyayê Real Madrid bi 4-0 şand mal.
SAL SALA PSG'Ê YE
Îsal sala PSG'ê ye ku PSG li Lîga Fransayê ya 1'emîn bû şampiyon. Dîsa Kûpaya Fransayê girt. Piştî vê di Lîga Şampiyonan a UEFA'yê de bû şampiyon; PSG'ê di vê fînalê de bi 5-0 zora Înterê bir. Û niha jî destekî avêtiye Kûpaya Dinyayê ya Klûban a FIFA'yê.


