Amed
Piştî ku Şaredariya Sûrê ji dest DTP'ê hate girtin meseleya pirzimanî ya li şaridariyê ji holê hate rakirin.
Şaredariya Sûrê, bernameya santralê ya bi zimanê kurdî ku kesên li şaredariyê digeriyan pêşwazî dikir, rakir. Şaredariya ku kurdî û îngilîzî rakir, tenê bi tirkî xizmetê dide.
Şaredarê DTP'yî yê Sûrê Abdullah Demîrbaş û endamên Meclîsa Şaredariyê ji ber 'Pêkanîna pirzimaniyê' ji peywirê hatin girtin. Piştî ku ew ji peywirê hatin girtin hemû xebata bi kurdî ya li şaredariyê rawestiye.
Di dema Demirbaş de dema telefon ji bo şaredariyê dihat kirin bi kurdî, îngilîzî, tirkî bersiv dihat dayîn, niha kurdî û îngilîzî ji holê hatin rakirin. Niha telefon tenê bi tirkî bersivê dide.
Li ser mijarê Cîgirê Şaredar û Midûrê Çand û Karên Civakî yê Şaredariyê Mehmet Alî Altinkaynak wiha got: "Telefonên me demekê di warê pirzimanî de berdewam kir, lê ez bawerim hinekan mudaxeleyî wî îşî kir. Niha santral jî xirab bûye, ji ber vê yekê wekî berê berdewam nake."
Her wiha xebata kovar, pirtûk û birûşûrên ku bi kurdî dihatin çapkirin û belavkirin jî hate rawestandin.
Piştî ku Şaredar Demirbaş û endamên Meclisa Şaredariyê ji peywirê hatin girtin li gor rêgeza şaredariyên herîmî divê di sê mehan de hilbijartin pêk bihata lê hukumetê ev rêgez neanî cih û biryar da ku heta hilbijartina herêmî hilbijartineke din pêk neyê.
Niha Şaredariya Sûra Amedê ji aliyê Cîgirê Waliyê Amedê Ahmet Aydin ve tê bi rê ve birin.
DÎHA - Diyarname


