Diyarname
Di danişîna doza rojnamegerên kurd de rojnamegeran bersiva "Ez li vim im" da, dadger jî got: "Ger kurdî diaxivin em çima mafê axaftinê bidin wan".
Doza 44 endamên çapemeniya kurd ku 36 jê girtî ne li Adliyeya Çaglayana Stenbolê dest pê kir. Danişîn bi xwendina nasnameya girtiyan dest pê kir. Di her pirsê de rojnamegeran bersiva "Ez li vir im" da.
Li ser vê Serokê Dadgehê pêşî got "Ez fêm nakim", dûre got ku hat dîtin ku rojnameger li vir amede ne, li ser vê li salonê ken bi her kesî ket. Paşê li ser israra axaftina bi kurdî Serokê Dadgehê got: "Ger bi kurdî diaxivin em çima mafê axaftinê didin wan." Bersiv ji wan rojnamegerên girtî yek ji Yuksel Genç hat: "Axaftina bi zimanê zikmakî wekî nefesgirtinekê ye. Qet kesî ji we daxwaza 'ka em dikarin nefesê bigirin' kiriye?"
Parêzere rojnamegeran parêzer Baran Dogan jî wisa got: "Rayeya dozgeran ji destê wan hatiye girtin, loma ev ne darizandineke adilane ye. Dibêjin ji bo em darizandineke adilane saz bikin em dadgehên nû saz dikin. Wiya diyar e ku bi van dadgehan darizandineke adilane nayê kirin. Ev dadgeh çima hê jî karê xwe didomînin em jî nizanin. Ev dadge biryara bêpeywirî nade û darizandinê didomîne. Heta dosyayên li ber destên wê xilas bibin. Ma bi vî awayî darizandineke adilane saz dibe?"
Ji bo piştgiriya rojnamegeran Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, mebûsên BDP'ê Halil Aksoy, Ertugrul Kurkçu, Sirri Sureyya onder, Mulkiye Birtane, Sebahat Tuncel, Hasip Kaplan, mebûsê Serbixwe Levent Tuzel, Gerînendeyê ozgur Gundemê Huseyin Aykol, Midûrê Karên Nivîsaran ê Evrenselê Fatih Polat, Berdevkê Demê yê Enstîtuya Çapemeniyê Kadri Gursel, Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas ê Tirkiyeyê Erol Onderoğlu, ji nûneriya Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî ya Tirkiyeyê Yurdanur Atadan, mebûsên CHP'ê Oktay Ekşi, İlhan Cihaner û Melda Onur, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Serokê KESK'ê Lami Ozgen, Gerînendeyê Agosê Rober Koptaş, rewşenbîrê ermen Aydin Hayko Bagdat, Serokê Komeleya 78'yan Celalettin Can, hunermend Ferhat Tunç, rojnameger Yildirim Turker, Ahmet Şik, Nuray Mert û Berrin Karakaş, Cîgirên Hevserokên BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Filiz Koçali, Serokê TGS'ê Ercan İpekçi, Prof. Dr. Buşra Ersanli amade bûn. Her wiha rojnamegerên ji AFP, Belçika, Hollanda, Almanya û Avrupa jî digel rojnamegerên ji Tirkiyeyê doz şopandin.
Danişîna doza rojnamegeran heta pêncşemê dê bidome û roja pêncşemê li benda pêşbiryareke ne.