Diyarname
Li bajarê Sanya ya Çînê Pêşbaziya Delala Dinyayê ya 2017'an li dar ket û nûnera Hindistanê ya 20 salî Manushi Chhillar bû yekemîn.
Di pêşbaziyê de ji Meksîkayê Andrea Meza (23 salî) bû duyemîn, ji Îngilistanê Stephanie Hill (22 salî) bû sêyemîn.
Bi vê serketinê re Hindistan bû 6 caran di vî warî de bi ser dikeve. Di 67 salên Miss Worldê de tenê keçikên Venezuellayê 6 caran bi ser ketibûn û niha Hindistan jî bû şirîkê vî rekorî.