Diyarname
Muhittin Kaya ê ku Serokê Koma Alîgirên Amedsporê ya bi navê Azadî bû, li mala xwe mirî hat dîtin. Hat gotin ku ew nexweşê tansiyon û şekir bû û ji ber qeyrana dil miriye.
Kaya 21'ê mehê li mala xwe ya Ogretmenler Caddesi ya Baglara Amedê mirî hat dîtin. Hat gotin ku ji ber qeyrana dil miriye lê dîsa jî dê otopsî bê kirin û rewş zelal bibe. Tê gotin ku cenazeyê wî dê malbat bibe Edeneyê defin bike.
Mehmet Kaya di sala 1991'ê de hatibû dinê. Serokê Koma Azadî ya Alîgirên Amedsporê bû. Bi salan bû wî ked dida Amedsporê.
Mehmet Kaya ji bo kurdî jî kesekî bi hestiyar bû û di salên borî de ji bo hilbijartina dersa kurdî ya bijartî jî xebat kiribû.
Klûba Amedsporê li ser hesabê xwe yê X'ê peyama sersaxiyê belav kir û got, "Me bi xemgînî bihîst ku yek ji kedkarê trîbuna tîma me Muhittin Kaya, li mala xwe ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye.
Xwedê rehma xwe li Muhittin Kaya bike ku bi salan ji dil û can ked da Amedsporê. Em sersaxî û sebrê ji malbata wî ya xemgîn, hezkiriyên wî û tevahiya civaka xwe re dixwazin. Em şirîkê xema we ne."


