Diyarname
Di Lîga Super de Amedsporê maça xwe ya yekem lîst. Amedsporê bi 3 golan û 3 pûanan dest bi lîgê kir û di heman demê de niha di dawiya maçên yekem de lîderê lîgê ye.
Amedsporê li mala xwe tîma Erzurumsporê kir mêvan. Di maçê, deqîqeya 4'an de gola Erzerûmê, deqîqeya 21'ê de gola Amedsporê ji VAR'ê vegeriya û di dawiya nîveka yekem de encam neguherî bû; 0-0.
Di nîveka duyemîn de Amedspor hê zêdetir serdest bû û vê serdestiyê di deqîqeya 53'yan de xwe nîşan da: L. Dellova ji navenda sehayê gog ji bo Dia Saba şand. Saba bi ser pozê lingê xwe gog danî, bi lingê rastê çalim avêt lîstikvanê Erzeromê, ew ji lîstikê xist û bi lingê çepê bi şid lê da: 1-0.
Piştî vê bi 9 deqîqeyan vê carê lîstikvan Gift Orban pasa ku hema bêje "fermo lêde" da Dia Saba û wî jî ev îkram red nekir: Xweş lê da, encam bû 2-0.
Piştî vê deqîqeyê Amedspor êdî hê zêdetir aram bû. Encam ji aliyê du transferên nû ve hat: Di deqîqeya 70'yî de lîstikvan Samuel Ballet ji nav xêza pêş sehayê, ji nav defansê Erzerûmê re Gokhan Gul xweş dît, gog îkramî wî kir û Gul bi gola xwe encam diyar kir: 3-0.
Bi vê yekê Amedspor di dîroka xwe de cara yekê li Lîga Super bû, cara yekê maçek li vir lîst û bi serketî temam kir. Ev yek ket nava dîroka Amedsporê.
Di dawiya hefteya yekem a Lîga Super de Amedspor bi 3 pûanan, bi avaraj di rêza yekem de ye.


