Silêmanî
Hevsera Serokomarê Iraqê Celal Talebanî Hêroxan roja 10'ê mehê piştî nîvro li Silêmaniyê pêşwazî li Serokê PYD'ê Salih Muslim kir kir.
Ligel Muslim, ji berpirsa karûbarên Ewropa ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê xanim Şehnaz Îbrahîm, nûnerê TEV-DEM'ê li Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso, nûnera Yekîtiya Star li Iraq û Herêma Kurdistanê Nûcîn Yusêf di hevdîtinê de amade bûn.
Her du aliyan di hevdîtinê de mijarên hevbeş ên girîng bi teybet ên bi Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî rewşa kurdî, bi giştî rewşa şoreşa Sûrî gotebêj kirin û nirxandin.
Ji Pukmediayê hatiye girtin


