Diyarname
Amedspor di dîroka xwe de cara yekê dê di Lîga Super a Tirkiyeyê de bilîze. Maça yekê vê yekşemê li Amedê ligel Erzurumê ye.
Berî vê maçê, agahiyên girîng ên li ser Amedsporê me dan hev.
Kerem bikin:
TRANSFER
- Amedsporê pêşî teknîk dîrektorekî nû anî: Besnik Hasi (Ji Kosovayê)
- Qeleparêz Alban Lafent (27 salî) û Burak Bozan (26 salî
- Wekî stoper David Bates (27 salî), Amadou Cisse (20 salî), Lumbard Dellova (27 salî)
- Pêşlîbero Rayan Raveloson (29 salî), Gokhan Gul (28 salî)
- Lîstikvanê aliyê çepê Umut Meraş (31 salî), Mohamed Khalil (26 salî)
- Lîstikvanê navenda sehayê Furkan Soyalp (31 salî), Berk Kizildemir (20 salî), Ermal Krasniqi (28 salî), Yira Sor (26 salî), Samuel Ballet (25 salî), Rayan Lutin (23 salî),
- Santrafor Gift Orhan (24 salî)
BILÊTÊN MAÇA LIGEL ERZEROMÊ
- Amedsporê ji bo maça ligel Erzurumê dest bi firotina bilêtan kir; Di du saetan de hemû bilêtên maçê hatin firotin. Bi temamî nêzî 28 hezar hebî bilêt hatin firotin.
KOMBÎLET
Bilêtên kombîne (bilêtên ji bo hemû salê) jî dest bi firotina wan hat kirin. Buhayê wan bi vî rengî ye:
11'ê meha pûşperê dest bi firotina bilêtên kombîne kirin. Buhayê bilêtên VIP bi 80, Aliyê Rojava bi 40, aliyê Rojhilat Jêr bi 25, aliyê Rojhilat Jor bi 20 hezar TL hatin firotin, Li aliyê din bilêtên kombîne BaşûrêRojava - BaşûrêRojhilat bi 9 hezar, bilêtên kombîne yên Başûr-Bakur jî bi 6 hezar TL'yî hatin firotin. Klûbê hê daxuyaniyeke fermî nedaye lê tê gotin ku sedî nêzî 90'ê bilêtên kombîne hatine firotin. Bi temamî 12.350 heb bilêtên kombîne hatibûn sazkirin.
REWŞA ALÎGIRAN
- Heta niha gelek komên alîgir ên Amedsporê hebûn. Navên wan cuda cuda bûn û ew bi vî awayî dihatin maçan. Cara yekê îsal hemû kom hatin ba hev, biryar girtin ku ji niha û pêde êdî tenê komek bi yek navî û li aliyê pişt kelepê li maçan bin û xwedî li Amedsporê derên.
REWŞA ÇEKDAR, ERCE Û DIAGNE
- Di dema transferê de gelek lîstikvanên Amedsporê çûn. Çûyîna qeleparêz Erce Kardeşler ku par kaptan bû û di gelek maçan de bi saya wî Amedspor bi ser ket wekî gavek nexweş ket nava alîgiran. Gelek kesî nedixwest here, dema çû jî her kesî oxir lê kir. Rewşa golavêj Diagne û rewşa Çekdar Orhan heta bi nîqaş bû û heta ev nû hat amadekirin jî zelal nebûbû. Yên dixwestin here jî yên dixwestin bimîne jî hebûn. Herî zêde ew bûn mijara nîqaşê.
2 WEZÎR TÊN MAÇÊ
- Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Mustafa Çiftçi û Wezîrê Sporê yê Tirkiyeyê Aşkin Bak dê herin maça Amedsporê ya ligel Erzurumsporê. Wezîr Çiftçi di bernameya kanaleke televîzyonê de ev yek eşkere kir.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Amedsporê di carekê de 5 lîstik transfer kirin
- Xwediyê hat-trickan Gift Orban hat
- Amadou Cisse jî hat Amedsporê
- Amedsporê ji Galatasaray Berk Kizildemir transfer kir
- Amedsporê ji Madagaskarê Rayan Raveloson transfer kir
- Amedsporê ji Kosova û Skoçyayê du lîstikvan transfer kirin
-


