Ranya
Li Ranye Mall a li bajaroka Ranyeyê, bi pêşengiya Navenda Werzîş û Lawan a Ranyeyê pêşangeheke taybet a karên destî û hunerî ji bo komeke jinan hat vekirin.
Di pêşangehê de 10 jin bi karên xwe yên dest, hûnandin û gelek karên din ên hunerî mîna cil û bergên kurdî yên resen, kel û pelên çandî û folklorîk û gelek berhemên din beşdarî bûbûn.
Berpirsa Navenda Werzîş û Lawan a Ranyeyê Şîlan Seîd derbarê vê çalakiyê de ragihand ku wan îro pêşangeheke karên dest û hûnandinê vekiriye. Seîd diyar kir ku armanca wan a sereke derxistina pêş a hêza jinan, afirandina firsendên kar û nîşandana wan berheman e ku li pişt wan destan xwedî çîrok û hunereke bilind a jinan in.
Şîlan Seîd got; “Em hewla wê yekê didin ku hejmareke pir zêde ya jinan îro bikaribin hêza xwe nîşan bidin. Heta niha me perwerde daye zêdetirî 100 jinan û me karî wan bixînin nav bazara kar. Daxwaza me ew e ku piştgiriyeke wisa ya bazarê hebe ku taybet be bi jinan re, da ku em girîngiyê bidin kar û behreyên wan.”
Rojnews



