Diyarname
Kanadayê tîma Qetarê bi 6-0 têk bir û di dîroka xwe de cara yekê di Kûpaya Cîhanê de bi ser dikeve. Va ne encamên maçên duh û maçên ku îro dê bêne lîstin:
Bernameya îro wisa ye:
19 Pûşper, În:
- Koma G: DYA- Avustralya, Stada Seattle, 22.00
20 Pûşper, Şemî:
- Koma C: Skoçya- Fas, Stada Boston, 01.00
- Brezilya - Haiti, Stada Philadelphia, 03.30
- Koma D: Tirkiye - Paraguay, Stada San Francisco Bay Area, 06.00
MEKSÎKA JI KOMÊ DERKET
Meksîkayê maça xwe ya diduyan lîst û li hemberî Koreya Başûr bi 1-0 bi ser ket. Di maça yekê de Meksîkayê Afrîkaya Başûr bi 2-0 têk biribû. Bi ve yekê Meksîka bû 6 pûan û piştî maçên duyem lîder e.
Di dawiya maçên diduyan de piştî Meksîkayê Koreya Başûr bi 3 pûanan tê, Çekya û Afrîkaya Başûr her yek pûanek wan hene. Meksîka di maça sisêyan de têk here jî mafê derketina ji komê bi dest xist.
KANADAYÊ DÎROK NIVÎSÎ
Li aliyê din yek ji mazûvanan Kanadayê tîma Qetarê kir mêvan û bi 6-0 bi ser ket. Bi vê yekê bû cara yekê ku Kanada di Kûpaya Cîhanê de bi ser dikeve û 3 pûanan digire.
Swîsreyê jî Bosna-Hersek bi 4-1 têk bir.
Bi vê yekê di Koma B de, di dawiya maçên diduyan de Kanada û Swîsre her yek 4 pûan, Bosna-Hersek û Qetar jî her yek xwedî pûanek in.
Di maçê de Jonathan David hat-trick kir.
Di nîveka yekem de ji Qetarê Homam Ahmed qerta sor dît û ji maçê derket. Di nîveka duyem de ji Qetarê Assim Madibo bi hişkî li lîstikvanê Kanadayê Ismail Kone da. Kone bi giranî birîndar bû. Piştî hakêm çû VAR'ê qerta sor da Madibo û Qetarê bi 9 kesan maç temam kir.
Piştî firfiroka dawî ya hakêm, ji ber xirecira li nav sehayê lîstikvan ketin hev.
Ji bo temamê lîsteyê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
**
Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026


