logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Li ser şevşahiyên di roja mirina Cegerxwînî de

Em gelê kurd mirîperestên zindîkuj in. Li ser şevşahiyên di roja mirina Cegerxwînî de

  • Dîrok: 20/10/2012
  • Beş: Serbest

Em gelê kurd mirîperestên zindîkuj in.
Li ser şevşahîyên di roja mirina Cegerxwînî de

Perwîzê  Cîhanî

Gava ku mirov çav li jiyana rojane ya gelê kurd û mêjûya civakî û ramyariya wî dixişîne û wê di gel yên hevhêsîyan dide ber hev, mirov dibîne ku di kiriyarê de gelek rê û rism û urf û edet û rabûn û rûniştinên gelê kurd ne wekî gelên din e. Ev yek ji çend nimûneyên cudatiya nîveka gelan e. Lê tiştekî din li nav me kurdan heye, ku dibe li bal dîtir gel û neteweyan qet tune be. Ew jî ew e, ku em ta ku li bal hev in,  em he jî hevdu nakin, lê dema ku em dûrî hev dikevin, em qedrê hev digirin û xwe qurbana serê hev dikin. Yan jî hindî ku em zindî ne, em biha û giraniya hevdu nizanin, lê dema ku mezin yan pêşewa û hozan û serokekî me koça dawiyê dike, ji bo me pîroztir dibe. Ezê nimûneyeke biçûk ji jiyana rojane ku min bixwe bi çav dîtîye, bînim. Mamoste  Hêmin Mukriyanî ku helbestvanê Komara Mehabadê bû û yek ji navdartirîn û mezintirîn hozanên soranînivîs bû, hindî ku zindî bû, aware û derbeder û sergerdan û bêxanûman rojê li gundkî û hefteyê li bajarekî bû. Dema ku li ser bîr û hizrên xwe yên ramîyarî ji HDKÎ veqetiya çû gundê xwe Şîlanawê da ma. Di wî gundî de dixwest piştî dehan sal nivîskarî û helbestvaniyê taze dest bi werzigarî û çandiniyê bike û qelemê dane û bi maçikê cot ra bigire. Li dû re Mamosta ji gund anîn Ûrmiyê. Lê di Ûrmiyê de jî mamoste di rewşeke xerab de bû. Belam dema ku mamoste di bajarê Ûrmiyê de koça dawiyê kir, xebera mirina wî wekî bombeyekê teqiya. Bi deh hezaran kurd rijiyane ser cenazeyê wî û bi hezaran erebe bi cenazeyê wî re ji Ûrmiyê ber bi Mehabadê rê ketin. Min hînga got, eger tenê ew pareyên binzîna wan erebeyan yên ku di wê rojê da hate mezaxtinê, di dema ku mamoste zindî bû, bidana mamoste,  belkî mamosta çendîn salên din jî bi wan pereyan bijiya. Roja çalkirina cenaze hezaran kesî rondik rijandin, hemû kurdên li rojhilata Kurdistanê reş girêdan û rê û rismên şîngêriyê bi hefteyan domand.
Rewşa jiyana Cegerxwînî ji ya Mamoste Hêminî jî xerabtir bû. Ew jî rojê li gundekî û mehê li welatekî aware û penaber bû. Hîç kes ji sermiyandar û kesên ku xwe dilsozên vî miletî dizanin, di hanaya wî de nehatin. Mamoste li xerîbî û dûrewelatiyê di mala salimendan da dima. Lê dema ku mamostayî koça dawiyê kir, kurd ji Swêdê heta Sûriyê bi cenazeyê wî re bi rê ketin. Kurdistanê reş poşî û bi hezaran û mîlyonan mirovên kurd rondikên xûnê rijandin.

Şîngêrî  û rê û şûnên serexoşî û behiyê di nav hemû gelan de heye, lê tişta ku mirovî zendegirtî dihêle, ew e, ku îro gelek saziyên me di roja mirina Cegerxwînî de, ne di roja bûna wî de şevşahiyan li dar dixin û şevê helbest xwendinê dadimezrînin. Û wî hozanê mezin ne di rojbûna wî de, lê di rojemerga wî de bi bîr tînin.
Rastî jî em kurd mirîperestên zindîkuj in.
Kê di roja mirina navdarê xwe de şa dibe û şevşahiyan li dar dixe? Gelo bi we jî ev kiriyara sosret nayê? Bi bîr anîna mezinan û rêzlêgirtina wan erka me hemûyan e, lê her tiştekî dema xwe heye. Şîn ji bo miriyan û şahî ji bo nûbûyan e.

perwiz3@hotmail.com

***

Nivîsên din ên Perwîzê Cîhanî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- DEBISTANa Kurdî
- Alfabêya kurdî ya hevpişk
- Em peyvên ku di ferhengên kurdî de nîn in diweşînin

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nizdê 10 hezarî leyîrê penguenan mirar bî

ad

Amedsporê ast bilind kir: Ersun Yanal anîn

ad

1984 pirtûkên dîrokî ji Amedê dibin Konyayê

ad

Li Zanîngehên Başûr rêjeya tacîzê di asta bilind de ye

ad

Tan: Bila astengiyên li ber kurdî bêne rakirin

ad

Ji bo 'Statuya kurdî û perwerdehiya bi kurdî' meşê dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname