CÛDÎ ÎBRAHÎM/ANF/KOBANÎ
Komuna Fîlm a Rojava kargehek vedike û dest bi hînkirina berhemên sînemayê dike.
Komuna Fîlm a Rojava, bi sponsoriya Tevgera Çand û Huner a Baqî Xido, li Kobanî kargeheke sînemayê vedike. Di kargehê de dewreya perwerdeyê ya 15 rojan wê bê dayîn. Dersên dîroka sînemaya kurdî, derhênerî, montaj, senaryo, produksiyon, ronahî, kamera, deng, makyaj, kast û cil û berg wê werin dayîn. Kesên dixwazin tê de cih bigirin, heta 4 adarê divê navên xwe qeyd bikin.
Ji rêveberiya Komuna Fîlm a Rojava ya Kobanî Diyar Omer got, “Ev bû 6 sal Komun hatiye avakirin û bû ev cara 3’yan ku ev kargeh tê vekirin; bi alîkariya Desteya Çand û Huner a Baqî Xido, kargeha Komuna Fîlm tevî biranşên girêdayî sînemayê, dîroka sînema û kamera, senaryo û berhemên sînemayê werin dayîn.
Di kargehê de dersa dîroka sînemaya kurdî ya şoreşgerî jî wê were dayîn. Piştî kargehê wê kurtefîlm bê amadekirin, ji bo ku bêhtir sînema were naskirin. Em ê Komuna Fîlm a Rojava mezin bikin û em ê bigihînin astên herî bilind. Heta niha bêhtirî 15 kesan navê xwe tomar kiriye, piştî kargehê wê kesên jêhatî di komunê de bên qebûlkirin.”
Mamosteyê makyajê Mehmûd Mihemed jî anî ziman ku armanca wan ew e ku sînemaya kurdî bêhtir bidin naskirin.