Diyarname
Cenazeyê helbestvan Ehmed Huseynî îro di deriyê sînor ê Welîd yê di navbera Rojava û Başûr de der basî Rojava kirin. Nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û siyasetmendaran pêşwazî li cenazeyê kirin û ew ber bi Qamişlo ve bi rê kirin.
Li Qamişloyê li Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) merasîmek pêk hat û piştre cenazeyê wê birin bajarê Amûdê. Cenaze li Goristana Bajarê Amûdê ya kevin hat definkirin.
Desteya Çandê ya Cizîrê û Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê (DHNRK.RK) ji bo sersaxiyê li Navenda Çand û Hunerê ya Horî ya bajarê Amûdê merasîma sersaxiyê orgenîze kir. Merasim îro û sibê (29'ê mehê) dê bidome.
***
Têbiniya Diyarnameyê:
Ji bo yên nizanin helbestvan Ehmed Huseynî roja 10'ê adarê mir. Va ye nûçe û nivîsên eleqedar ên vê demê:
- Merasima ji bo Ehmed Huseynî: Wî rêyeke nû li ber helbesta kurdî vekir
- Bernameya merasima cenazeyê Ehmed Huseynî ya li Amedê diyar bû
- Çend Têbinî Li ser Xatirxwestina Şêxê Helbesta Kurdî Ehmed Huseynî
- Şair Ehmed Huseynî merd
- Em ê çawa vê birînê bi hev bidin nasîn û vê xewnê şîrove bikin
- Li Amedê ji bo Ehmed Huseynî şîn datînin


